PolîtîkRojev

Di 79emîn salvegera bûyera 33 Guleyan da jî, di hişmendîya Dewleta Tirkîyeyê da tu guhertin çênebûye 

Di Tîrmeha 1943 de li navçeya Ozalp a Wanê bi hoyê ku qaçaxçîtî kirine 40 gundî têne binçav kirinê. Dadgeh 5an ji wan digire û yên din serbest berdide.

Serleşkerê Ordîya 3yemîn a Dewleta Tirkîyeyê Mustafa Mûxlalî vê biryara dagehê hezim nake û şeva 30yê Tîrmeha 1943yan bi îdîaya ku qaçaxçîtîya heywanan kirine, di nîvê şevê de davêje ser malan û ji wan gundîyên ku dadgehê wan serbest berdabûn, ango 33 gundîyên bê sûc û bê guneh digire dibe Gelîyê Sefo dest û çavên wana girêdide, bi emrekî  li wê derê wan gulebaran dike.Yek jê bi saxî difilite, 32 kes têne kuştin..

Herçend ew kesê ku bi birîndarî rizgar bibû bûyerê digihîne meqamên berpirs jî, mixabin tu encam jê nayê girtin.

Ev bûyera ku bi awayekî serl ê tê girtinê, di salên pêş de ji alîyê hinekî parlamenteran ve tê rojevê. Li ser pêşnîyarîya van parlamenteran lêpirsîn li TBBMye(Meclîsa Tirkîyeyê) tê qebûl kirinê. Di derbarê berpirsên leşkerî û sivîl lêpirsîn destpê dibe. Di doza leşkerî ya ku hemî bersûc têdene da, Orgeneral Muxlalî li xwe mukur tê û dayîna emrê gulebaran kirinê qebûl dike. Ji ber temenê wî yê zêde cezaya wî tê kêm kirin û bi 20 sal cezaya hepsê tê cezakirinê. Lê dadgeha Leşkerî dozê xira dike; lê hêj cara duyem doza nû destpê nake Orgeneral Muxlalî di (71 salî) ya xwe de di 11 Berfanbar a1951de di hepisxanê da dimire. Ev mijara ku di 12 Sibat a 1956 û 25ê Sibat a 1956 di Meclîsa Tirkîyeyê da  tê rojevê, li ser rapora Komîsîyona Lêpirsînê û hevdîtina Meclîsê ji ber derbasbûyîna demê û qanûnên cûrbecûr yên efûyê doz tê girtinê.

Ev înfaza ku bêyî ku tu biryara mehkemeyekê hebe hatibû kirin, ku di dîrokê de wek bûyera 33 Guleyan tê binav kirinê, di dîroka Dewleta Tirkîyeyê da ne ya yekem û ne jî ya dawîyê ye ku gelê Kurd rû bir û bûye.

Tu Berpirsekî Dewleta Tirkîyeyê yê ku bê ku ferqê bixe navbeynê zarok jin, kal û pîran, bi dehhezaran Kurd,di şikeftan de şewitandine, serjêkirine, kuştine, ji ber van kiryarên xwe nehatine darizandinê, nehatine cezakirinê. 

Birêveberên Dewleta Tirkîyeyê ku hêza xwe ji van bûyeran girtine, bi heman awayê vê rêbazê domandinin.

Bê pirs û bê mehkeme, bi emrê Serleşkerê Ordîya 3yemîn Orgeneral Mustafa Muxlalî qetlîyama 32 gundîyên navçeya Ozalp a Wanê jî tekerur û berdewamîya sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya înkar û ji holêrakirinê ye.

Çi heyfe ku, Dewleta Tirkîyeyê piştê bûyera 33 Guleyê jî bi awayên cûrbecûr sîyaseta pişaftin, înkar û jiholêrakirinê domandîye û ji alî Dewleta Tirkîyê ve,  rê ji kuştina bi hezaran Kurdan ra, ji hezaran şewitandin, rûxandin û valakirna gundan ra hatîye vekirin.

Di Robozkê da, ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve kuştina 33 ciwanên Kurdan jî, di eslê xwe da dubare kirina bûyera 33êyan  ya di sala 1943yan da rû dabû ye.

Di 79emîn salvegera bûyera 33 Guleyan da , em careke din van hemû qetlîamên kul i Kurdan hatine kirin şermezar dikin û dibêjin, tu qetlîam dê nikaribe rê li ber doza azadîya gelê me bigire.

30.07.2022

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê.

Back to top button