Di geliyê “Cêrmê”ya li devera “Silvana”yê girêdayî bajarê Urmiyê zêdetir ji mehekê ye ku tên birîn, lê heta niha ti berpirsekî rejîmê di vê derheqê de lêkolîn encam nedane.
Geliyê “Cêrmê” yek ji deverên çiyayî, bedev û cihê seyrana xelkê ye, lê heyamek e ku darên wî geliyî bi awayeke berfireh tên birîn û berpirsên pêwendîdar yên herêmê heta niha rêgirî ji birîna wan daran nekirine û ev yek di halekê de ye ku, xelkê deverê ji berpirsên îdareyên weke, “Parastina Jîngeh a Urmiyê, Parastina Av û Daristanan û bexşdariya Sîlvana” yê daxwaz kirine ku, rê ji birîn û qaçaxkirina wan daran bigrin.
Hewce yê gotinê ye ku, geliyê Cêrmê û darên wî geliyî li devera parastî ya jîngehê de ne.
Rejîma Îranê bi armanca jinavbirina sirûşta Rojhilatê Kurdistanê ti rêgiryek ji kesên derfetçî nake û kesên berjewendîxwaz û derfetçî bi birîna daran û têkdana deverên Rojhilatê Kurdistanê, xizmet bi rejîma Îranê dikin.
Piraniya darên wî geliyî li herdu aliyên çemê “Cêrmê” de ne û kesên derfetçî wan daran dibirin û bi rêya ava çem bo xwarê vediguhazin.