CîhanRojev

Fûad Husên ji Encûmena Asayîşê daxwaz dike biryarekê li ser vekişîna Tirkiyê derbixe

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ji Encûmena Asayîşa Navdewletî daxwaz dike, biryarekê li ser vekişîna artêşa Tirkiyê ji Iraqê, derbixe.

Fûad Husên ji kanala El Hurre re ragihand: “Ti rêkeftineke me ligel artêşa Tirkiyê li ser leşkerkêşiya bo nav axa Iraqê tune ye.”

Herwiha Husên daxwaz piştevaniya navdewletî dike, bi taybetî ji Encûmena Asayîşa Navdewletî, da ku rêgirî li binpêkirinên artêşa Tirkiyê yên li nav axa Iraqê were kirin.

Wezîrê Derve yê Iraqê destnîşan kir, têkdana seqamgîriya Iraqê li ser hîsabê parastina seqamgîriya Tirkiyê, hatiye redkirin.

Back to top button