
Bi mûşekan êrişî konsulxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê û bingehê Tirkiye ya li Başîkê kirin. hat eşkerekirin ku, şewîdin 4 mûşek avêtine konsulusxaneya Tirkiye li Musilê.
Karguzarê Nûnertiya Daîmî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî Oncu Keçeli got, dema ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bi rojeva êrîşa Zaxoyê diciviya, avahiya konsulxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê bi 4 mûşekan hatiye hedefgirtin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî ku di civînê de amade bû got, “Eger rast be em dê lêkolîneke berfireh bikin.”
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku mûşek li derdora avahiya Konsulxaneyê ya li taxa El-Hedba ya bakurê rojhilatê Mûsilê ketine, avahî û wesayîtên derdorê jî zirar dîtine û di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.
Piştî bûyerê li herêmê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.