Cîhan

Arteşa azad ber bi Şamê ve diçe

Li Suriye şerê di navbera hêzên rejimê û Artêşa Azad de bi dijwarî berdewam dike. Li gora agahdariyên digihên, eve çend rojin li devera Şamê Artêşa azad  balefirxaneyek girîng  vegirt û herweha balafirxana Şamê bi xwe jî gelek caran ji bo danîn û rabûna balafiran tê girtin.

Li gora nûçeya kanala televizyona El Arabiye hêzên Artêşa azad li nêzikî bajarê Şamê balafirxaneya leşkerî ya Eqirba vegirtin û gelek malzemeyên leşkerî jî destxistin.

Herweha  li gora heman çavkaniyê Artêşa Azad dest danîn li ser hêzek mezin a leşkerî. Ev hêz parastina bajarê Şamê dikira. Vê yekê jî hêza rejimê li Şamê gêlek aloz kiriye.

 

 

Back to top button