Nexweşîya PKKê: Mitomani
Di nava civakan de dirûstî di warê ehlaqî de gelek girîng tê nirxandin. Piraniya cara dirûstî kesayeta insana avadike û rolê kesayetan di civakê de xalek pir girîng e. Lê li himber vê vir(derew) wek sedemek a ne baweriyê di kesayeta insana de peyda dike û ziyanek mezin dide pêwendiyên civakî ê kesayetî.
Wateya derewê ewe ku, kesek yan jî aliyek bi zanebûn û bi daxwazî tiştekî yan jî bûyerekî berevajî ne ku awayê qewimî bêje û ji ber xwe tiştekî ne rast û tu binyata wê tuneyî bêje. Ev yek jî her demî di nava civatan de dibe sedemek mezin a fitnê û nexweşiyan û civata tehrîb dike û bê baweriyek mezin payda dike. Bi vir û derewan insan berjewendiyên xwe diparêzin. Behsa gelek cureyên derewa tê kirin Em li vê nivîsa Xwe de behtir behsa derewên siyasî û yê aliyên siyasî dikin . Ji ber ku van derewan di civaka Kurdan de gelek tehrîbatên mezin peyda kirine û bûye sedem ku, doza netewî zererek mezin ditiye û herweha li Kurdistanê rêya dewletbûna Kurdan de bûye astengek mezin.
Dema siyaseta ku PKK û hevalbendên PKKê herweha hemû dam, dezgeh û kesên di çerxa PKKê de siyasetê dikin û dilivin bi awayek rasteqênî bê nirxandin, mirov gelek bi zelalî dibîne ku binyata vê siyasetê li ser derew û dezenfarmasyona hatiye avakirin.
Ne hevceye Mirov gelek kûrahî bikeve di nava vê pirsê de. Ji xwe dema siyaseta wan ya rojane bê şopandin vekirî derewên wan têne dîtin. Lê mixabin ji ber ku hezeke û herweha hezek tehdîtkar e, zû bi zû kesek newêre bêje ew derewa dikin û bi tirsonekî derewên wan wek rastiyekî tê pejirandin. Ji xwe bi vê yeke xelkek ji hemû cureyên şexsiyetê şûştine û insanên bê nirx xulikandine.
PKK ne siyasetek Kurd û Kurdistaniye. Berê xwe bidinê, li rojavayê Kurdistanê siyaseta rêve dibe gelek bi zanebûn inkar û imha kirina hizrên netewîne, windakirin û ji nav birina nirxên netewîne. Ala Kurdistanê bilind nakin,heta qedexeye û sivikahiya welatên dagirker bi ala Kurdistanê dikin,PKK jî li rojavayê Kurdistanê heman tiştê dike.
Rê nade tevgerên netewî û Kurdistanî. Navê Kurdistanê ji literatora xwe rakirine û dewsa Kurdistanê bê ku şermê bikin gotina bakurê Suriye bi kartînin. Ev bi tenê gelek vekirî derew û niyeta PKKê ya dijî nirxên netewî û Kurdistanî dertêxe holê. Li mixabin xelkek bi vê derewê dijî û wek rastiyekî qebûl dike.
Li bakurê Kurdistanê PKK siyasetek a hêzkirina dewleta Tirk bi rêya Kemalizmê rêve dibe. Bi gotina Selahattin Demirtaş dibêjin: “ Welatê me yê hevbeş Tirkiyeye,dewleta me Cumhuriyeta Tirkiye ye û emê li Tirkiye demokrasiyê li ser himên cumhuriyetê ava bikin. “
Lê mixabin kesek napirse; başe eger siyaseta we ev be hun doza çi dikin? PKK li bakurê Kurdistanê di bingehê xwe de şerê têkbirina tevgera azadixwaza Kurdistanê dike. Lê ji bo derew ,dezenfarmasyon û berjewendiyên kesayetî , xelkek girsehî li dûv wan diçe. Gerek siyasetmedarên Kurd û civaknas vê yekê binirxînin û di vê derbarê de lêkolîna bikin.
Ji xwe siyaseta PKK li başûrê Kurdistanê dike ne hevceyê nirxandinekiye. Ew raste rast di xizmeta dewletên dagirker de rêya dewletbûna Kurda digrin û kas hêza xwe astenga di vê rêyê de çêdikin.
Derw(Vir) nexweşîyek e, navê nexweşiyê Mitomani ye. Piraniya caran derewên dikin wek rastiyekî qebûl dikin û demekî nizanin ku tişta dikin derew e.Di xeyalên xwe de baweriyekî diafirînin û ji wan weye ew rastiyeke.
Insanên normal dema derewekî dikin şermê ji xwe dikin, lê kesên nexweşiya Mitomani bi wan re heyî, şermê ji xwe nakin. Gelek cara wek fantaziyekî derewa dikin û ew fantazî û rastî dikeve nava hev û zû insan baweriyê lê tînin.
Ev bingehê problema netêgihandina siyaseta PKKê ji aliyê beşek mezinê Kurdan e. Mixabin ev welêye û li ser jî nayê sekinandin. Di cîhana derew ,xeyal û fantaziya de siyasetek ji bo têkbirina pêşeroja neteweyekî tê kirin û ya herî tehl jî ev yek awayê pêwist nayê têgihandin.
12.6.2022
Nêrîn / Şirove
N.Firat