Çalakvanên kurd teqez kirin ku çekdarên PKKê navê serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed li ser Gir Rifet a li navçeya Şehba ya sînorê Helebê nivîsandine û Ala Reîjma Sûriyê jî bilind kirine.
Vê derbarê de çalakvanê kurd Elî Zîno ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK, ji bo parastina navçeyê hewara xwe biriye gel Rejîma Sûriyê, ku zêdetir ji 100 hemwelatiyên Efrînê li wê deverê niştecîh in, lê rejîm guh nade ji ber li Sûriyê biryar di dest Rûsya û Îranê de ye.’’
Herwaha got: ‘’PKK ku tenê biryarê li ser Rojavayê Kurdistanê dide, berpirsyartiya hember belayên serê xelkê Efrîn û Til Rifetê û derdora wî jî dikeve stûyê wan de.’’
Çalakvan Elî Zîno dibêje: ‘’Xelkê Efrînê sala 2018ê ve li navçeyên Şehba di bin kon û çadiran de ne û derdora wan hatiye mîn kirin, her demekî Tirkiye leşker û milîsên xwe xwe bîne navçeyê, dê karesatekî mezn bi serê xelkê de bê.’’
Herwaha got: ‘’Li gor PKKê nivîsandina navê Beşar Esed li ser Gir Rifet dê navçeyê biparêze, wek çawa berê Efrîn û Girê Spî û Serê Kaniyê parast.’’
Hêzên Sûriya Demokrtaîk (HSD)ê çend heftiyên borî de dubare daxwaz ji Rejîma Sûriyê kirin hewkariyê li gel wan bike, ku wek ew dibêjin li hember êrîşên leşkerî yên Tirkiyê rawestin. Li hember wê yekê Beşar Esed jî HSDê wek kirêgirtî pênase dike.