Li Diyarbekir PSKê serdana PDKê kir

Partiya Sosyalist a Kurdistanê PSK li Diyarbekir serdana Partiya Demokrata Kurd PDKê kir. Heyeta PSKê bi serokatiya serokê PSKê Mesut Tek, serdana PDKê kir û ji aliyê serokê PDKê Reşît Akinci ve hatin pêşwazîkirin. Li gora daxûyaniya PSKê wan bernameya Banga ji bo aşitî û Demokrasiyê pêşkêşî PDKê kirin.

Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û taybetî li ser Tifaqa Kurdistanî hate sekinandin. Herdu aliyan jî dan xûyakirin ku, hevdîtinek erênî kirine û diyalog a aliyên siyasî gelekî girîng li dibînin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: