Endamê serkirdeyatiya AK Partiyê û parlementerê bere yê Diyarbekir Abdurahman Kurt, di derbarê rêzefilma bi navê Yalniz Kurt(Gurê bi Tene) de dîtina xwe gelek bi zelalî got.
Kurt dibêje: Ew helwest, helwesteke nijadperest e. Me ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu re jî rave kiriye û dê demeke nêz de derbarê rêzefîlma navborî de gav werin avêtin. Bêrêzî û gotinên kirêt ên derbarê statuya Kurdistanê de nayên qebûlkirin û ji bo Tirkiyeyê Azerbaycan çi be, Kurdistan jî heman tişt e. Pirsgirêk bi xwînê çareser nabin, pirsgirêk bi siyaseta sivîl, demokrasî, hiqûq û dadweriyê çareser dibin.
Wek tê zanîn rêzefilma `Yalniz Kurt` di kanala televizyona ATVê de tê weşandin û beşek rêzefilmê de sivikayîyê li herêma Kurdistanê û dam û dezgehên herêma Kurdistanê htiye kirin.
Li ser vê yeke gelek kesan di nava AK Partiyê de dîtinên xwe gotin û ev rêzefilm şermezar kirin. Li vê dere du tişt gelekî girîngin.
Yekemîn li himber bûyeran helwest e.Dema bûyerek rûbide li himber bûyerê gelek insan bê deng dimînin. Hinek jî bi zelalî helwesta xwe qenc xirab didin diyarkirin. Ji ber ku hinek bûyer hene ku mirov nikare li himber wan bê deng bimîne û helwestekî nişan neke. Bê dengî bi xwe jî wek pişgiriyeka bûyerê ye.
Dema insanek helwesta xwe diyar bike dîtina wî/wê çibe, yan jî xwedî kîjan bîr û baweriyê be ne girînge. Helwest girîng e. Naveroka helwestê girînge. Li himber vê rêzefilma nijadperest ya ku heqaretê li dam û dezgehên Kurdistana Federal dike, bê dengî bi xwe jî helweste. Lê helwestek parsekiye. Ji berk u hinek alî û kesayet hene ku, li dijê başûrê Kurdistanû çibibe bê dengin, heta radeyekî keyfxweş dibin.
Duyem jî kesayeta aliyên siyasî û kesûn xwe rewşebir, siyasetmedar dizanin e.Eger di kesayeta başûrê Kurdistanê de hinek heqaretê bi awayek nijadperestî û faşizan li Kurda bike, kesek kurd nikare bê deng bimîne.
Dema mirov dibêje filan tişt xelete, yan jî ne başe. Nabe. Gerek mirov vekirî bide xûyakirin ku, ji bo çi xelete û ji bo çi nebaş e. Lê mixabin ewên bi navê Kurdeyatiyê tevdigerin û li Kurdeyatiyê xwedî dernakevin îro gelek ciha de navê Kurdistanê winda dikin û ew bi xwe sivikayiyê wek rêzefilma Gurê bi Tenê li Ala Kurdistanê dikin.
Herkesê ku ev rêzefilma nijadperest şermezar kirî. Di .i partiyû de be û kî be. Ew ji kesên li himber vê heqaretê bê deng mayin baştir û bêhtir niştimanperer e.