PolîtîkRojev

Ji bo berjewendiyên xwe Kurdistanê lawaz dikin

 Çavdêreka siyasî dibêje, eger fişar û tehdîd li ser hinek parlementeran nebûya dê di civîna duhî ya parlementoya Iraqê de herî kêm 220 parlementer li hev kom biban.

Duhî biryar bû parlementoya Iraqê bicive û serkomarê nû hilbijêre lê civîn ji ber temam nebûna rêjeya qanûnî hat paşxistin. Li gorî qanûnên Iraqî, bo ku civîna parlementoyê qanûnî be divê herî kêm 220 endamên parlementoyê beşdar bibin.

Li ser vê rewşê, çavdêra siyasî Neda Mêrgesorî ji BasNewsê re got, hebûna serkomarekî bihêz bo Iraqê pir pêwîst e ji ber ku serkomarê bihêz dikare pêşiya hewlên lawazkirina Iraqê bigire. Loma welatên deverê û hinek partî û aliyên ku berjewendiyên wan dikeve metirsiyê, li dijî wê ne Iraq bibe xwedan serkomarekî bihêz.

Neda Mêrgesorî li ser civîna duhî jî got, rast e duhî civîn pêk nehat lê serkeftinek mezin bû bo tifaqa Rizgariya Niştiman, çimkî her kesî dît ku ew dikarin herî kêm dengên 200 endamên parlementoyê bi dest bînin.

Wê çavdêra siyasî anî ziman jî, helbet eger fişar û tehdîd li ser hinek parlementeran nebûya herî kêm 220 parlementer beşdarî civînê dibûn.

Bi gotina wê çavdêrê, partiyên îslamî yên Kurdistanê û YNKê bo bihêzkirina pêgeha xwe amade ne pêgeha Herêma Kurdistanê lawaz bikin û xelkê Kurdistanê zelîl bikin.

Back to top button