PolîtîkRojev

PDK ji bo helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê destpêşxeriyekî nû aşkera dike

Serokê Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalîd îro 27ê Adarê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, destpêşxeriya wan ew e Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê wek heye bê aktîvkirin, ji bo hilbijartina bê ya parlemantoyê di 1/10/2022an de were kirin.

Zana Mela Xalîd got ku, çarçoveya destpêşxeriya nû ya partiya wan de pêwîst e Seroka Parlamentoyê civînekî parlamentoyê heta dawiya vê mehê rêk bixe bo aktîvkirina komîsyonê.

Derbarê amadekariyên ji bo hilbijartinê, got jî: “Mersoma Serokatiya Herêmê derketiye. Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aliyên pêwendîdar raspardine ji bo pêwîstiyên lojistî û darayî yên hilbijartinê amade bikin.”

Zana Mela Xalîd got: “Wek Firaksiyona PDKê, me destpêşxerî kiriye ku komisyon wek heye bê aktîvkirin û piştre PDK cihê xwe komisyonê de bigire.”

Berî niha PDKê daxwaz dikir komîsyon li gor encamên helbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya sala 2018an bê aktîvkirin.

Back to top button