Beckham bona modayê wê LA Galaxyê berde
Futbolîstê bi nav û deng yê tîma LA Galaxy David Beckham, bona ku piştgiriyê bide kariyera hevjîna xwe Victoria Beckham, peymana xwe a bi LA Galaxy’yê re, ku di 31ê Berfenbarê de bi dawî dibe, wê dirêj neke. David Beckhamê 37 salî, li ser daxwaziya hevjîna wî Victoria Beckham, ku dixwaze li New Yorkê kariyera xwe a di warê modayê de bidomîne, xwe amade dike ku têkiliya xwe bi tîmê futbolê yê niha re qut bike.
Li gorî nûçeya Daily Mailê, ligel kariyera Victoria Beckham, perwerdehiya zarokên wan jî bandor li ser biryara li New Yorkê jiyandinê kiriye. 4 zarokên David Beckham hene. Tê gotin ku, ji bo perwerdehiya zarokên xwe, ji niha ve li New Yorkê dest bi lêgorîna dibistanan kirine.
Futbolîst David Beckham, di sala 2007 an de ji tîmê futbolê Real Madrîdê veqetiya bû. Ji wê salê vir ve Beckham, li Los Angelesê dijî.