Polîtîk

Amadekariya midaxelekirinê heye

Di rojeva Tirkiyê de çalakiya greva birçîbûnê cîhê xwe germtirîn digre. Çalakiya çalakgerên di greva birçîbûnê de ne kete roja 54 an. Çalakger bi biryardar çalakiya xwe didomînin û her roj hîn zêdetir nêzika mirineke muhtemel dibin. Ji aliyê din daxuyaniyên serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, her diçe biryara çalakgeran dişidîne. Çimkî di her daxuyaniya xwe de Erdogan, di warê derûniya çalakgeran xerab kirinê de û hêvî şkestinê de bandoreke neyînî li ser wan berdide. Di vê qonaxê de tê gotin ku, Wezareta Dadê xwe amade dike ku midaxeleya çalakgerên di greva birçîbûnê de ne bike. Heta tê gotin ku, wezaret li ser planeke bi vî rengî dixebite.

Wezareta Dadê, li girtîgehan, çalakgerên ku rewşa wan xirab bûye, ji qawişên qelebeliq digrin û dixînine qawişên ku yek kes lê dimîne an 3 kes lê dimînin. Bi vê hîn hêsan dike midaxeleya çalakgeran bikin. Li ser plana midaxelekirinê, di navbera wezareta dadê û wezareta tenduristiyê de gotûbêj tên kirin.

Malbatên çalakgeran jî, ji hikumetê gavên şênber dipên. Malbat, li hemberî gumana midaxeleyeke dewletê di nav fikaran de ne. Îfade dikin ku, di midaxeleyên berê yên ku dewletê li ser çalakgerên çalakiya greva birçîbînê meşandin de, ji ber şaşiyan, gellek girtî bi nexweşiya Wernicke Korsakkof ketine û gellekê wan jî seqet mane. Malbatên girtiyan, ji hikumetê daxwaz dikin ku, li girtîgeha şûna pergala bijîşkiya malbatê, bila bijîşkên pispor bixebitin.   

Back to top button