Li Şemzînanê teqîn: Kesek mir 18 jî brîndar bûn

Îro (04.11.2012) danê êvarê seet di derdorê 16.30 û 16.40 an de, li navçeya Colemêrgê li Şemzînanê teqînek pêk hat. Li derveyî Şemzînanê, di noqteya polîsan a berê de, li ser rêya Geverê wesaîteke tije bombe, dema wesaîteke polîsan a bizirx derbas dibe, tê teqandin. Di encama teqînê de kesekî bi navê Farîs Demircan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 18 kes jî brîndar bûne. Wesaîta polîsan a bizirx xesar dîtiye û hin polîs û hemwelatiyên li derdorê brîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku ji Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore hatine girtin, 18 brîndar li nexweşxanê têne dermankirin û kesekî bi navê Farîs Demircan jî jiyana xwe wenda kiriye.   

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: