Polîtîk

Serokatiya Kurdistanê hişdarî da kurdên li Suriyeyê

 

Berdefkê serokatiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwazê k aliyên siyasyên kurdî li Suriyeyê dike ku, yekrêzî û yekdengiya xwe li hember bûyeran biparêz in û rê li pêşiya derketina nakokî û aloziyan bigirin:

 

“Ew rastiya ji aliyê me hemûyan ve eşkereye ewe ku, aliyên siyasiyên Kurd li Sûriyeyê, ji bo gihîştina armancên xwe, xebata aştiyane hilbijartiye, her wê siyasetê jî wiha kiriye ku, pêgeha Kurd li nav hevkêşeya siyasiya Sûriyeyê bihêztir bike.

Serokayetiya Herêma Kurdistana Iraqê jî herdem tekez li girtina ber wan cûre bijardeyan kiriye, ji ber ku her bijardeyekî din dibe sedema veguheztina giriftarî û aloziya nav mala Kurd û ne dûre sedema anîna fîtneyekî nexwestiya mezin jî li pişt de be.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê carekî din û li ser esasê berjewendiyên netewayetiya Kurdistanê  heman nêrîn û helwestê dixe ber aliyê siyasiyên Kurd li Sûriyeyê û radigihîne ku pêwîste hemû aliyek gelek bi hişiyarî ve muameleyê digel vê rewşa hestiyar da bikin û bi avêtina her  pêngavekê dive yekrêziya nav mala Kurd û armanc û berjewendiyên bilindên gel li ber çav bigrin.

Bêguman baştirîn bingeha parastina yekîtî û hevrêziyê jî destpêgirtin, pabendibûn û bi tevahî praktîzekirina (Ragihandina Hewlêrê) ye ku, hêz û aliyên siyasiyên Kurdê Sûriyeyê îmza li ser kirine.  Daxwaz ji wan dikîn gîrtî û destgîrkiriyên aliyan azad bikin û yekrêziyê biparêzin û derfeta pêxistina agirê fîtnegeriyê nedin.”

Peyvdarê Serokayetiya Herêma Kurdistanê

04.11.2012 

 

Back to top button