Polîtîk

Em piştgirya zîndaniyên bakûrê Kurdistanê dikin

Ceifer Îbrahîm Îminkî Peyvdarê Partîya Demokrata Kurdistanê ragihand ku PDK piştgirya daxwazên zîndaniyên siyasî yên bakûrê Kurdistanê dike û dawe ji hikûmeta Turkiye dike ku bi dûv daxwaziyên wave biçe.

Ceifer Îbrahîm Îminkî Peyvdarê Partîya Demokrata Kurdistanê di daxuyaniyekê taybet de bo kdp.info ragihand ku ew dengê xwe didin pal wan dengên ku daxwaza mafên wan zîndaniyên siyasî dikin û got: ” Em ji hikûmeta Turkiye daxwaz dikin daku daxwazên wan zîndaniyan bicîhbîne.”

Ceifer Îbrahîm got:” Em dibînin intîhak û pêşêlkirina mafê welatiyan li ser meseleya siyasî cihê razîbûnê nine û ev mebdeya Partiye.”

Ceifer Îbrahîm diyar kir  ku:” serokatiya partiya me gelek caran ragihandiye ku dive zimanê guftûgoyê li cihê şer û cek bê bikar anîn” (KDP-Info)

Back to top button