CivakRojev

Eger milîsên Iraqî rê nedin DAIŞ nikare bi hêsanî êrişî Pêşmerge bike

Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, eger alîkarî û hemahengiya milîsên Iraqî nebe DAIŞ nikare bi hêsanî êrişî Pêşmerge bike.

Ev demek e terorîstên DAIŞê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê êrişî hêzên Pêşmerge û xelkê sivîl dikin. Ew derên ku rastî êrişê tên dikeve navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, ji ber wê jî hêzên Pêşmerge nikarin bi rengekî aktîf bersiva wan êrişan bidin.

Lê fermandeyekî Pêşmerge li devera Kuleco ya Germiyan bi navê Muqedem Merîwan ji BasNewsê re got, ew tiştên ku li deverên Kurdistanî diqewimin, tirsandin û erebkirina kurdan e. Tenê sûcê wan mirovan ew e ku kurd in. Terorîstên DAIŞê li ber çavên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê re derbas dibin û êrişî hêzên Pêşmerge dikin.

Muqedem Merîwan her wiha got, li Kuleco terorîstên DAIŞê ji pişt hêzên Iraqî re derbas dibin û êrişî me dikin. Hem di navbera me û hêzên Iraqî de valahî heye hem jî pişt hêzên Iraqî valahî heye. Terorîstên DAIŞê ji wê yekê sûd dibînin. Eger hêzên Iraqî rê nedin wan ew nikarin wisa bi hêsanî êriş bikin.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman jî, li deverên Kuleco û Gulale bi dehan efserên serdema Beis hene û amade ne bi diravek kêm xelkê bikujin. DAIŞ ew in û rewş bi giştî wiha ye.

Back to top button