DAIŞê li Kerkûkê êrişî Pêşmerge kir

Li gora Rûdaw radigihîne, DAIŞê li ser girê Qeresalim a li navçeya Şêx Bizênî ya li sînorê Kerkukê êrişî Pêşmerge kir din encamê de 2 Pêşmerge şehîd bûn, 2 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Peyamnêrê Rûdawê Herdî Mihemed ragihand demjimêr 11:20 şeva Yekşemê DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kir û hêzên Pêşmerge jî bersiv dane û di encamê de 2 Pêşmerge şehîd bûn, 2 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku îşev li Kerkûkê rewşa hewayê ne xweş e û DAIŞê jî ve yekê wek derfet ditiye û bi ser Pêşmerge de biriye.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand “Di encama erişê de 2 Pêşmerge şehîd bûne, yek ji wan efser 2 Pêşmerge jî birîndar bûne.”

Li gorî zanyariyên Rûdawî heta niha şer berdewam e.

Di êrişa 02.12.2021ê ya DAIŞê ya ser bi gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Li aliyê din di 29.11.2021 li ser riya Gopanê nêzikî navçeya Kifrîyê navçeya Kifrî ya Silêmaniyê DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kir û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bûbû, 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Herwiha çekdarên DAIŞê şeva 27.11.2021an saet 22.45 li devera Tepî Telan ê ser bi bajarokê Keleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: