Serokwezîr pêşwazî li Balyozê Finlenda li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Finlenda li Iraqê Matti Lassila kir.

Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Finlandayê hatin guftûgokirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Finlandayê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya NaVdewletî ya li Dijî DAIŞê de, hevkariya hêza Pêşmerge kiriye bi taybet di warê rahêneriya serbazî de.

Herwiha tekezî li girîngiya xurtkirina hevahengî û hevkariya civaka navdewletî ji bo rûbirûbûna gefên teroristên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê kir.

Balyozê Finlandayê ji bilî amajedana bi rola erênî ya revenda Kurdî li Finlandayê, daxwaza welatê xwe ya pêşvebirina pêwendiyan bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê baziganî û weberhênanê de nîşan da.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: