Gelo Lahur ji ber daxwazên xwe yên şexsî wê Silêmaniyê bavêje nava agirî?
Hevserokê bê erk kirî yê YNK ê Lahur Cengî Burhan daxuyaniya dawî da û ragihand ku ew ê xwe nedin paş ku Silêmaniyê bikşînin nava kaosê. Cengî bi awayekî nerasterast peyama “Em dikarin Silêmaniyê ji her kesê re bikin dojeh” da.
Ew Pêvajoya nakokî ya ku di 8 ê Tîrmehê de di nava YNK ê de dest pê kirî, gihişt wê astê ku tevahiya Silêmaniyê bisojin. Lahor Cengî Burhan bêerk kirina xwe hezim nekirî ye loma jî ew û hinek layanên din dixwezin Silêmanîyê bikşînin nav kaosê de.
Mirad Kanî yê nêzîkî Lahur Cengî Burhan hate kuştin
Kuştina fermandarê leşkerî Murad Kanî Kurdeyî ku bi nêzîkatîya xwe ya bi Lahur Cengî Burhan ve tê naskirin û du pasewanên xwe ve di rojên borî de, ku li Ranya di pevçûna ligel hêzên ewlehiyê de hatin kuştin, alozî zêdetir kir. Hat diyarkirin ku Murad Kanî destê rastê yê Lahûr Burhan bû. Mirad Kanî li gel hêzên ku dixwestin wî binçav bikib pevçûn kir û di cih de hate kuştin. Vê bûyerê ew rakêşan gihand asta herî jor.
Lahur Cengî ku piştî kuştina Mirad Kanî Kurdeyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke vîdyoyî belav kir û diyar kir ku YNK êrişên terorîstî li ser alîgirên wî dike û gef li kurên Mam Celal xwar û got ku wan dergehê dojehê vekirin û ewê bajarê Silêmanî kaşî nava metirsî yeke mezin bikin. Lahur Cengî Burhan da zanîn ku ew di wê baweriyê de ne ku derbarê kuştina Mirad Kanî Kurdeyî de ti lêkolîn nayên kirin û kujer jî nayên girtin. Lahur Cengî Burhan îdîa kir ku dijminên wî li Silêmanî, Rojhilata Navîn û li Iraqê hene.
Gelo dê alozî zêde bibin?
Çavdêrên siyasî û hin nivîskar û rewşenbîrên bi nasnameya xwe ya YNK ê tên naskirin, pêşbînî dikin ku ev pêvajo wê ber bi şerê çekdarî yê navxweyî here. Hat diyarkirin ku Lahor Cengî Burhan hîn hêzeke çekdar li derdora wî heye û hin hêzên alozîxwez jî soz dane wî ku harîkarîyê bidenê.
Çavdêrên siyasî diyar dikin ku ew rêxistinên alîkariyê didin Lahûr Cengî Burhan hewl didin ku şerekî navxweyî rû bide û ji bo rewş nekeve bin kontrolê YNK ê de, bi koordîne tevdigerin. Di dawiyê de, pispor di wê baweriyê de ne ku bê şik ew proseya ku weke daxwaza xwendekaran li Silêmaniyê dest pê kiriye, ji şewitandina Ala Kurdistanê û êrişkirina ser milkên giştî, heta şewitandina pirtûkan di pirtûkxaneyan de, bi bûyerên nav YNK ê ve girêdayî ye.
Kî têkdanê çêdike?
Tevî hemû navbeynkariyên ku YNK ê jê re şandine jî, Lahûr Cengî Burhan ti carî ji bo vegerandina desthilatên xwe yên berê paşve neçû. Wî jî ew pêşniyara ku ji wî re hatibû kirin ku demekê biçe derve red kir. Tê fikirîn ku Lahûr Cengî Burhan van reftarên xwe bi palpîştîya hin hêzan dike. Sê hêzên sereke ev in.
Îran û bazirganên berjewendîperest piştgirîya kaosê dikin
Yekem; Ji ber ku Îran dizane ku aloziyên giştî yên Silêmaniyê wê bandorê li Herêma Kurdistanê jî bike, loma agirê vê kaosê gur dike. Her wiha di nava agahiyên hatine bidestxistin de, di vê rewşa aloz de Îran dixweze, hikûmeta Iraqê mudaxeleyî Silêmaniyê bike. Hemû layen jî dizanin ku Lahur Burhan xwedî pêwendîyên germ e li gel Heşda şabî.
Duyemîn bazirganiya neqanûnî; Di dema Lahûr Cengî Burhan de li Başmax û deriyên din ên sînorê Îranê re bazirganiya neqanûnî dihat kirin. Bi taybetî ji bilî qaçaxçiya neft û gazê bi tonan tiryak di deriyan re derbas dibû. Ev madê hişber bi rêka bazirganên mezin ve derbasî Rojava û Iraqê di hatin kirin. ew kesên ku bi vê bazirganiya neqanûnî re mijûl dibin, piştgirîya Lahur Cengî Burhan dikin ku ew vegerin ve ser nizama xwe ya berê. Loma jî alîgirên kaosê ne.
PKK jî alîgirê kaosa Silêmaniyê ye
Piştgirê sêyemîn û girîng PKK ye; PKK di dema Lahur Cengî Burhan de li Silêmaniyê bi vekirina gelek saziyan li herêmê bi cih bû. Di vê serdema Lahur de PKK ê ew projeya salên 1990 î de çêkirî ku parçekê ji YNK qudbike, dîsa xist rojeva xwe. Cemîl Bayik xwest ku di nava YNK ê de ew grûpa ji serokatîya YNK ê sil û aciz li dora xwe kombike. PKK ê rêk ji bo vana di asta bazirganiya dervayî sînor û her cûrê qaçaxçîtiyê de vedikir. Bi çapemeniya xwe PKK ê ev kesene bilind kirin. Her wiha dinava Pêşmergeyên YNK ê jî xwe rêxistin kir. Bi rastî di nava YNK ê de komeke biçûk heye ku bi PKK ê re yekitiya berjewendiyan ava kiriye. Ev kom û PKK ji ber ku hebûna xwe li ser lawazbûna YNK ê ava kirine, hewl didin alozî û kaosa Silêmaniyê kûrtir bikin.
Şêwazê PKK ê yê ketina nava xwepêşandanên xwendekaran de vê baweriya me ya ku PKK alozîyê gurdike piştrast dike. Di çalakiyan de PKK ê bi navê ‘rêveberiya xwepêşanderan’ belavok belav kirin. Di deklerasyonê de li ser mijarên wekî molotof çawa bê çêkirin, dijwarî çawa were bikaranîn, pêwîstî bi êrîş kirina kîjan cîha heye; di van babetên teknîkî de agahî dihatin dayîn. Û Her wiha xwenîşandan de tundî di hate bikar anîn.
Jehrkirin beşek ji destxweve anîna desthilatdariya YNK ê ye
Jehrkirina kadroyên sereke yên wek Mela Bextîyar û Usta Hesen di nav YNK ê de jî girêdayî stratejîya dest danane ser YNK ê ye. Lawaz kirina bi vî awayî ya YNK ê ji boy vê yekê bû ku Lahûr Cengî Burhan bikaribe dest dane ser YNK ê. Armanc ev bû. Ji ber vê yekê jî mijara jehrîkirinê ne tenê li hemberî şexsan, li hemberî YNK ê hatîye plan kirin.
Proveqasyon ji kê re ye?
Plana serdagirtina YNK ê ji layê Lahor Cengî Burhan ve, planeke ne şexsî ye planeke herêmî ye. Di vê planê de Îran, Iraq û heta bi awayekî nerasterast Tirkiye jî heye, ango hemû dagirkerên Kurdistanê dinava vê plansazîyê da ne. Lahûr Cengî Burhan di nava YNK ê de ku yek ji aktorên sereke yên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye, weke hespê Trovayê hatîye bikaranîn da ku Kurdistana Fideral lewaz bi be.
Di dema ku YNK di bin desthilata Lahor Cengî Burhan de bû, ew mîmarê radestkirina Kerkûkê ji bo Heşdî Şeibî û hemû bûyerên dij-Kurdistan bû. Ji bo vê jî Lahûr Cengî Burhan ne tenê ji bo YNK ê belku ji bo çarenusa hemû Kurdistanê weke hespê Trovayê hat bikaranîn.
Wisa tê fikirîn ku Lahor Cengî Burhan ji ber erkên ku dewletên herêmî dayne wî û ji ber hêrsa xwe ya desthilatdariyê wê vê pêvajoya alozîyê, bidomîne. li ser vê rastî yê jî bi taybetî rewşenbîrên nav YNK ê wisa difikirin ku pirsgirêk ber bi pevçûnek leşkerî ve diçe û Lahor Cengî Burhan dikare Silêmaniyê bisojîne.
Li ser vî babatî aktîvîst Hîwa Mîran daxuyaniyek parve kir û got; “Peyama gefxwarinê ya Lahor Cengî bêhna xwînê jê tê. Hêvîdarim ku tiştek xirab çê nebe. Lê ez ditirsim ku di nava YNK ê de şerekî navxweyî destpê bike” û bal kişand ser van bûyerên Silêmanî yê.
Jêder:Darkamazi