Cîhan

Qada Ezmanî a Suriyê ji balefirên Tirkiyê re hate qedexekirin

Têkiliyên di navbera Suriye û Tirkiyê de, bi biryareke teze a Suriyê kete qonaxeke nû. Suriyê eşkere kir ku, qada ezmanî a Suriyê, ji balefirên Tirkiyê re qedexe kirine. Di daxuyaniyan de tê gotin ku, ev biryara Suriyê, wek berteka balefira Suriyê ji aliyê balefirên şer yên Tirkiyê ve daxistin Enqereyê ye.

Ajansa fermî a Suriyê Sana, di nûçeya xwe de diyar kir ku, qada ezmanî a Suriyê, ji bo firîna balefirên Tirkiyê hatiye qedexekirin. Ev biryara wek hemberî helwesta Tirkiyê, biryareke “mutekabîlîyet” tê nirxandin. Ev biryara Suriyê, îşev dikeve meriyetê. 

Tê zanîn, 10ê Cotmehê, balefireke Suriyê a rêwiyan (A 320 Airbus), a ku sefera navbera Şam û Moskova  dikir, bi hinceta, di kargoya balefirê de çek hene,ji aliyê balefirên şer yên Tirkiyê ve bi zorê daxistibûn balefirgeha Esenboga a Enqereyê. 

    

Back to top button