Ji bo çi dijitiya Barzanî dikin?
“Hukumeta Tirkiye bi awayekî dixwaze ji bo çareseriya pirsa kurd gavna bavêje. Hinek alî vê hewladana hukumetê dibîne û ji bo neçareseriya vê pirsê berdewam be tişta tê destê wan dikin. Ji bo çareseriya pirsa kurd alîkariya Barzanî pêwiste, lê ew aliyên dijê çareseriyê dijitiya Barzanî dikin.“
Berpirsê kanal a televizyona Kaçkar rojnemevan Adnan Onay di vê derbarê de nirxandinekî dike û dibêje:
Li Tirkiye ji bo çareseriya pirsa kurd arîkariya arzanî gelekî girîng e. Lê hinek alî ji bo ev yek nebê destpêkirine dijitiya Barzanî dikin.
Devjêberdana PKK-ê ya çekan bi hevkariyek herêmî re derbas dibe. Ew kesên li dijê hukumetê vê dizanin û ji bo vê jî naxwazin tu hevkariyek herêmî pêkwerê û dijitiya vê dikin.
Çima em hewceyê Barzanine? Ji berî vê Kurd bi Tirkan û Tirk jî bi misyona Osmaniyan bi hêz dibin. Dema kurd û tirk bi hevrebin ev dibe delîlek ku tirk varisê Osmaniyan e.
Pêwendiya lîderên kurdên Irakê Barzanî û Talabanî di dema Turgut Êzal de destpê kir. Lê piştre ev pêwendî ji holê hate rakirin.