Heft sal bi ser çûna hêzên Pêşmerge bo devera Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê re derbas bû.
Îro 28 Cotmehê ye. 7 sal berê û di rojek wek îro de hêzên Pêşmerge bi fermana Serok Barzanî, ku wê çaxê serokê Herêma Kurdistanê bû, bi hewara hêzên kurdî li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê çûn ku gelek kêm mabû bi temamî bikeve destê terorîstên DAIŞê.
Wê rojê, 28 Cotmeha 2014, hêzên Pêşmerge bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl – Xabûr re derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û di rê de rastî pêşwaziya germ ya kurdan hatin.
Hêzên Pêşmerge bi çekên giran piştî sê rojan û roja 31 Cotmeha hemna salê gihîştin Kobanî û di şerê man û nemanê de alîkariya hêzên kurdî kirin.
Hêzên Pêşmerge li wir man heta Kobanî bi temamî rizgar bû. Piştî şerekî giran û bi alîkariya hêzên hevpeyman, Kobanî roja 26 Çileya sala 2015 bi temamî ji destê terorîstên DAIŞê hat rizgarkirin.
Hêzên Pêşmerge bi sê karwanan beşdarî şerê rizgarkirina Kobanî bûn. Karwana yekem roja 28 Cotmeha 2014 çû, karwana duyem roja 3 Kanûna 2014 û ya sêyem jî roja 15 Çileya 2015 çû Kobanî.