PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Macarîstanê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Attila Tóth Konsolê Giştî yê Macarîstanê (Hungary) li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahî û hêviya serkeftin û piştgîriya xwe ya ji bo birêz, her wiha ji bo piştgîrîkirina li Herêma Kurdistan û Iraqê ya li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş da û ji bo hevkariya mirovî ku pêşkêşî koçber û penaberan kirine spas û pêzanînên xwe ji bo Macarîstanê derbirî û xwesta Herêma Kurdistanê jî ya ji bo pêşxistina peywendiyan dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsolê Giştî yê Macarîstanê xweşhaliya xwe ya bi destbikarbûnê nîşan da û tekez li wê yekê kir ku welatê wan pêgire bi pêşxistina peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê aboriyê da, ji bo vê mebestê jî li pey derfetên zêdetirê alîkarî û hevbeşiyê da digerin.

Hilbijartinên Iraqê, pêşbîniyên ji bo paşeroja proseya siyasî û damezrandina Hikûmeta Iraqê û şerê dijî terorê, mijarên dinên vê hevdîtinê bûn.

Back to top button