Polîtîk

BDP şewitandina dibistanan qebûl nake

Li ser îdiayên “PKK, li herêmên Rojhilat û Başûr Rojhilatê Anatolyayê dibistanan dişewitîne” li gel bertekên gel, ji BDPê jî bertek hat. Parlementerên BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlementerê Muşê demir Çelik û Parlementerê Amedê Altan Tan, dibistan şewitandin bi zimanekî tund rexne kirin.

Di vê mijarê de Sirri Sureyya Onder daxuyanî da û got, “Îro ku kî ev zarokana bixîne hedefa vî şerî, wê sucekî şer bikarbîne. Dîrok nîşana me dide ku, şer her tim li zarokan dixwe. Dîroka ku ev kesên vê rastiyê nizanin û an jî bi nezanînbûna ve tên, ev dîroka tije êş me hemûyan bi hev re jiya. Em îro jî vê dijîn. Ne pêkan e ku em kesên ku naxwazin vê dîrokê bi dawî bikin û ku dixwazin ev êşana hîn zêde bikin re tev hereket bikin. Em vê şaşiyê re nabine hevkar.”

Parlementerê Muşê demir Çelik, li meclîsê civîna çapemeniyê lidarxist û wî jî wiha got, “berî her tiştî, em perwerdehiya bi zimanê zikmakî diparêzin û ji ber ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî nayê dayin dibistan şewitandinê jî em rast nabînin, ev ne tiştekî mirovahiye. Dibistan, qaîdeyên wezareta perwerdehiya milî bicîh tînin. Molotof avêtin û şewitandin ne tiştekî rast e.”

Di vê warê de parlementerê Amedê yê BDPê Altan Tan jî wiha daxuyanî da, “Ev bûyerana, ji aliyê kê ve bê kirin, şaşiye û bûyerên terorê ne. Berê ji bo hebûna dewletê hin kesan gund dişewitandin û di nav kolanan de mirov dikujtin. Îro jî astengkirina perwerdehiyê ne rast e. Ku li ser navê daxwaziyên Kurdan bê kirin jî, bûyerên bi vî rengî teror e.”    

Back to top button