Nivîsar

Bi şevitandina dibistanan doza kurdî nayê kirin

 

Dijminê civatekî yê herî mezin cehalet e. Dewleta Tirk ji bo ku kurd nexwînin û cahil bimînin her tiştek kiriye. Dema mirov li arşîvê dewletê dinêre ji bo kurdan ji holê rakin çend tişt kirine. Komkujî kirine. Kurd sergom û asimîle kirine û ji bo kurd nezan û cahil bimînin rêya xwendinê li wan girtine.

Li Bakurê Kurdistanê salên 60-î de kurdan doza pêşketina civatê kirine û ji bo vê jî di piraniya xwepêşandanan de rê, av û ji hemiyê jî girîngtir dibistan xwestine. Heta li gundên ku hukueta dibistan ava nedikiran xelkê ji bo xwendegehê malên xwe vale kirine da ku zarokên wan fêrî xwendin û nivîsandinê bibin û bixwînin.

Di vê derbarê de armanca dewletê ewbûye ku, yan kurdan nedin xwendin û yan jî yên bixwînin asîmîle bikin.

Eve demekê PKK-ê berê êrîşên xwe daye dibistana û li Kurdistanê êrîşê dibistana dikin. Zarokên kurdan li van dibistanan de hînê xwendinê dibin û ji bo cehaletê şûn xwe ve bihêlin gavekî girîng tavêjin.

Ji berî demekî ji berpirsên KCK-ê Duran Kalkan daxuyaniyek da û got: “ Zarokên xwe rênekin dersên bijartî, rênekin dibistanê, rênekin leşkeriyê û bila nebin karmendên dewletê”

Niha çi bingehê siyasî yan civakî ya vê daxuyaniyê heye. Kurd bi gelemperî, heta di seride rêxistinên sivîl û taybetî BDP çima dengê xwe li himber vê daxuyaniyê bilind nakin.

Niha dibistan tên şewitandin gelo dema tu dêbêjî bila zarok neçin dibistanê, bedîl çîye?  rastî ew kesê ev daxuyanî dayî bi xwe zimanê kurdî dizanê yan na. Tişta ez dizanim berê nizaniya lê niha hîn bûye nebûye ne malum e.

Şevitandina dibistanên ku zarokên kurd lê dixwînin neyartiya zanyariyê ye. Gelo ew kesên îro tevgera kurd li Bakur rêve dibin hemî ne ji van dibistanan re derbas bûye?
Sîsteme xwendinê tê rexne kirin, ji bo xwendina zimanê kurdî xebat tê kirin lê dema ev yek tunebê nayê wê manê ku mirov jilekî kurd cahil bihêle.

Eger îro kurd dijê vê helwesta ku dibistana dişewitînin nesekinin , dê sibê nikaribin doza mafê xwe yê rewa bikin.

Dema bûyerek ku zererê bide civaka kurd çi dewlet bike çi PKK bike û çi herkesek bike divê li dij bête rawestandin.

Eger siyaseta PKK-ê îro dibistana bişewitinî û Duran Kalkan van peyaman bide pişniyarek din heye. Bila ji berî herkesekî ew hemû endam û alîgirên PKK û BDP-ê zarokên xwe ji dibistanan derêxin û rênekin xwendinê.

Mirov  ji dil û can dixwaze perwerde bi zimanê kurdî be û ji bo vê jî ditekoşe. Lê îro ev tunebê nabê sedem ku dibistan bêne şewitandin. Eger rêxistinek pêşketina xwe di cehalet bûna civakê û ne xwendina zarokan de bibîne . Tiştek mirov bêje namîne.

12.10.2012
Dara Bilek

Back to top button