Li Îranê bajarê Îsfahanê fabriqeya ku balefirên bê pîlot çêdike de teqînek mezin pêkhat. Li gora gahdariyan di vê teqînê de herî kêm 9 karker birîndar bûne.
fabrîqa ku balefiran çêdike di cihek gelek hesas de dimîne. Tê zanin ku îran van balefirên bê insan dide rêxistina Hamasê jî. Ji berî niha balefirek bi navê Xeza çêkir. Herweha di şerê navbera Hamas û Îsrailê de balefirek bê pilot ya Îranî ji aliyê Îsrailê ve hatê êxistin û serokwezîrê Îsrailê Netenyahu parçeyên vê balefirê nîşa medya cihanî kir.
Ji bo van bûyeran ev teqîn wek êrîşekî tê nirxandin. Heta vê gavê berpirsên Îranî di vê derbarê de tu daxûyani nedane.