Nivîsar

Nabê îdeolojî bikeve pêşîya daxwazin netewî…

Aliyên xwe wek tevgerên netewî dibînin û bi armanca destkeftiyên Kurdistanî tevdigerin, divê îdeolojiya diparêzin nexin pêşiya daxwazên netewî…

Dara Bilek

Li bakurê Kurdistanê hêja ji aliyê gelek rêxistin , rewşenbîr û kesayetan ve siyasetek kevnare tê rêvebirin û di vê perspektiva kevnare de bûyerên herêmê û cihanê têne şirove kirin. Bê guman ev yek gelek zererê dide tevgera Kurd û dibe astengek ku nifşên nû siyaseta Kurdistanî tê bigihin. Ji aliyek din ev yek dibe wek dîwarekî navbera nifşê nû û siyasetvanên kevin de.

Li bakurê Kurdistanê tevgera azadixwaz a Kurd piştî damezirandina cumhuriyeta Tirkiye , mirov dikare di sê qonaxa de binirxîne. 

Ji sala 1920ê heta 1938ê gelek serhildanên Kurda li himber zilm û zordariya dewletê destpêkirine û dewleta dagirker , ev serhildan bi aweyek hovane têkbirine û rijeya zordariya xwe li ser Kurda zêdetir kirine.

Taybetî pîştî despêkirina Şoreşa Îlona pîroz li başûrê Kurdistanê serokatiya nemir Barzanî de, li beşên din ên Kurdistanê welatparêzên Kurd axa mirî li ser xwe avêtine li gora mercên beşên lê dijin dest leptekî kirine. 

Li Kurdistana Bakur encama vê leptê de sala 1965ê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye di serokatiya Seid Elçî de hatiye damezirandin û kariye gelek niştimanperwerên Kurd li dora xwe kom bike û hestên netewî di nava xelkê de belav bikin. Di vê pêvajoyê de gelek xwendevan û rewşenbîrên Kurda di nava partiyên çepên Tirkan de cih girtine û mixabin berê xwe nedane tevgera azadixwaz a Kurd. Wan li gora bîr û baweriya xwe mafê Kurda di nava partiyên çepên Tirkan de diparastan û ev bi xwe xwediyê îdeolojiya marksist leninîstbûn li gora vê jî tevdigeriyan. Yanî di çerçoveya îdeolojiya ku diparastin pirsa Kurd dinirxandin.

Piştî sala 1971ê bi hatina cunta leşkerî Cardin di tevahiya Tirkiye û li bakurê Kurdistanê guhertinên berbiçav çêbûn. Gelek endameên PDKê û DDKO yê  û rewşenbirên kurd hatin girtin û di dadgehên leşkerî de hatin darizandin. Di dema van darizandinan de beşê ku pirsa kurd bi awayek radikal parastin cezayên giran xwarin. Lê sala 1974ê bi hatina lêborinek giştî kurd di girtigehan de derketin .Sala 1974ê Kurda xwe ji nûve rêxistin xistin û Cardin çepitî îdeolojiya serdest bû. Herweha cara yekem bû çepên Kurd partiyên Kurda yên bi temamî mahkumê îdeolojiya çep damezirandin. Sala 1975ê têkçûna Şoreşa başûrê Kurdistanê çepên kurd berê tîrên xwe dan Barzaniyê nemir û ew û di kesayeta wî de şoreşa Kurdistana başûr û siyaseta barzanîyê nemir rexne kirin. Ji rexneyan zêdetir ew tawanbar dikiran.Heta gelek aliyan sedema neksa şoreşa Kurd ne sosyalistbûna Barzani ve girêdidan. Li Bakur mercek a çepitiyê, bi tundiya rexnekirina Barzaniyê nemir ve dihate girêdan.

Sala 1976ê dema cardin li başûrê Kurdistanê tevgera şoreşger destpêkir , YNK hate damezirandin û temamî xwe wek partiyek çep ragihand û piraniya aliyên bakurê Kurdistanê bi navê çepitiyê pişgiriya xwe ji bo YNKê eşkere kirin û şerê PDKê kirin. PDK bi kevneperestî dihat itham kirin.

Di nava alîyên siyasî li bakurê Kurditanê nakokiyên sereke ji bo çepitiyê bû. Nakokî çibûn? Gelo Sovyet sosyalist e yan revizyonist e? Çîn sosyaliste yan na? Yanî Maoizim, Marksizm ê Leninizm û nakokiyên di nava kampa sosyalist e bûn nakokiyên sereke yê tevgera Kurd li Bakurê Kurdistanê. Heta hevalbendên Enwer Hoce jî di nava rêxistinên Kurdan de peyda bûn. Ev pêvajoyek bû. Vê pêvajoyê heta raperina 1991ê li başûrê Kurdistanê berdewam kir. Vê bûyera dîrokî li başûrê Kurditanê hindik bê jî berê gelek welatparêzên Kurd ji ideolojiyên çep da aliyekî û berê wan da rastiya Kurdistanê. Yanî rastiya wan bi xwe.

Bi awayek din guhertin û rastiya li ser rûyê erdê berê gelek ji van rêxistin û kesayetan da  berjewendiyên netewî. Bê guman tu cara PKK ne di nava vê katagoriyê de ye. Ji ber ku nirxandin û rastiya PKKê bi temamî ji derê van babetan hemûyê ye. Alî û kesayetên PKKê wek tevgerek Kurdistanî dibîne, çewe PKKê û siyaseta PKKê şirove dikin keyfa xwene. Aliyên ku PKK wek tevgerek Kurdistanî nabînin û piraniya caran tevgereke li dijê berjewendiyên netewî dinirxînin , ev jî babetek din e.

Lê aliyên xwe wek tevgerên netewî dibînin û bi armanca destkeftiyên Kurdistanî tevdigerin, divê îdeolojiya diparêzin nexin pêşiya daxwazên netewî. Rastiya heyî di qonaxa ku em têre derbas dibin, piraniya cara hinek îdeolojî wek çepitiyê û berjewendiyên netewî Kurdistanî bi hevre naguncin.Divê ev rastî bê dîtin.

Îro bûyerên navbera Îsrail û tevgera hamasê de rûdidin, dema ji aliyê tevgera Kurdve têne nirxandin ,bê ku berjewendiyên netewî bêne fikrandin, di cih de dewleta Îsrail tê tawanbar kirin . Herkesek dizane ku Hamas  ne yekem nûnerê Filistiniya ye û tevgerek tund û islamiye. Şerê navbera Hamas,Hizbulaha Libnanî û milisên Îranê û israilê de gerek ji aliyê Kurdan ve baş bê nirxandin û li gora wê jî helwest bêne danin. Her çikas helwesta bê danin tu bandora xwe nake jî, lê girîng e. Bila Kurd li ser xwe bigrîn. Ji aliyek din ve Hamas tevgerek Îslamiya tundrewe, ji bo çi çep hemû li himber Îsrailiya pişgiriya vê rêxistinê dikin? Em wek kurd dewletbûna hemû gelên bindest diparêzin. Em dibînin ku dewletbûn mafê Filistiniya jî. Lê gelo Filistinî dewletbûna Kurda diparêzên yan na? Gelo em çikas vê yekê dinirxînin?

Em berjewendiyên netewî nekin qurbana îdeolojiyên xwe. Ji bo Kurda heta nebin dewlet, netewîbûn ji berî hemu cureyên îdeolojiyan tê. Ewilê em bibin dewlet pişre kî çi îdeolojiyê diparêze bila bi wî awayî ji bo desthilata xwe xebatê bike.

24.5.2021

Back to top button