CivakRojev

Mecîd Haco yek ji milîtanên nifşa yekem bû

19mîn salvegera wefata têkoşer Mecîd Haco

Mecîd Haco, di 1929ê de ji dayik bû, di 1948 de bawernameya bekaloryos stend û sala 1958ê tevlî refên Al Partî bû. Mecid Haco yek ji wan kesên gava yekem de tevlî refên Partiya Demokrata Kurdistana Suriye bû. Mecid Haco bi dilsozî di nava refûn partiyê de ji bo destxistina mafên rewa yê kurda xebat kir. Di sala 1960ê li gel komek tekoşerû PDK-S hate girtin û birin hepsa Mezê. Herweha cardin sala 1966ê li Haseke hate girtin û di zindana Hesekê de ma.

Mecîd Haco ji bilî xebata siyasî gelek xizmetek hêja di derbarê zimanê kurdî de jî dikir. Haco serokatiya edîtorîya Kovara Gelavêj dikir.

Mecid Haco roja 12.02.2001ê jiyana xwe ji dest da. Wî piraniya jiyana xwe ji bo doza miletê xwe derbas kir. Haco jiyana xwe hemûyê de li ser rêbaza Barzaniyê nemir ma û tu cara xwe li ser vê rêbazê neda aliyekî.

Mecid Haco yek ji wan kesan bû ku, xebatek hêja ji bo şoreşa Îlonê dikir û piştevanek hêja yê Peşmerge û şoreşê bû.

Back to top button