
Bi rastî bala min kişand, ”roja astengdara”… Em jî dibê ku bi Kurdîyekî paqij, delal û zelal çend gotina, li ser vê roja pîroz bibêjin.
3´yê Kanûnê, roja herkesî ye. Di rastîya xwe da, ne ku tenê ya astengdara ye. Bihêlin em vê rojê wekî cûdatîya merivahîyê bi bîr bînin û pîroz bikin. Ev roj roja her meriv û însanî ye. Vê roja hanê bi navê ”roja astengdarîyê ya navnetewî” tê nasîn.
Di sala 1992´ya da yekîtîya netewa(YN)-(FN), ji bûdîndayina maf û heqên kesên astengdara, ji bû balkêşîyê biryarekî li dar xist. YN, piştî vê biryara hanê her sal bi çalakî, festîvala fîlma û mîhrîcanên cûr bi cûr pîroz dikin.
YE.´yê(yekîtîya Ewrûpa) jî di destpêka 2018´a da, banga temsîlkarên rêxistinên astengdara kir, û li Bruksel´ê bi qonferansekî 2-roja, xelata dan wan bajêrên ku têkîldar û berpirsîyar bûn, wan bi perû kirin.
Di navenda peyama vê rojê da ”pejirandin û rêzgirtina cûdatî”yê heye. Bi kurtasî ev e, ku her meriv, her însan xwedîyê mafê jîyanê ye. Heq û mafê tu kes û merivekî tuneye ku yekî din ji sedema astengdarîyê wê piçûk bibîne, pê tinaza bike. Her kes dikare di qas û gavekî da, bi carekî va, bi awakî birîndar bibe, û ji canê xwe organ yan jî lebatekî hinda bike. Yan jî hejmarekî nehindik jî, hê di zikê diya xwe da, yan jî li ber zabûnê ”kêm” tên dinyayê, yan jî ji sedema vîrusekî, qezayekî, piştî şewatekî û hwd… Her tiştê nebaş, nexêr, xerab û nehesibandî dikare bê serê herkesî. Di van rewşên xerab da peyva ”empatî”yê pir rolekî mezin dileyize. Loma, ji van sedema ye ku dibê meriv tu cara kesa piçûk nebîne, û bi tu kesekî tu cara tinaza neke.
Kes astengdar be jî yan nebe jî, tu kesekî ku bi her awayê xwe sedî-sed be, tune ye. Li ba her kesî bi awayekî cûda, kemasî heye. Li gorî te rast, dikare li gorî min ne rast be.
Serî û binê gotinê ”famberî” ye, nîşandana ”empatîyê” ye. Bi kurtasî, astengdarî hew tenê kor, qot, qilûz, lal, ker û hwd. nîne, ji neynoka pêçîka bigire ta tayê porê serê me ye, û astengdarîya psikolojî-sosjolojî-civatî wekî tinazdarî, piçûkdîtin, zikreşî, hesûdî, dexesî, xayintî û berîya her tiştî ego-ezîtî û hwd. Meriv vana dikare pir zêde bike.
Dîsa bi kurtasî dixwazim bibêjim ku gelek insan dibêjin qey astengdarî hew tenê fîzîkî ye, lê belê jîyan wusa nîşan daye û dide ku herkes bi awayekî astengdar e.
Famberî, zanînnasî û empatî derman in… Çawa ku rewşa xerab heye, rewşa xerabtir û xerabtirîn jî heye…
Bi slavên germ.
Îlhamî Can
Îlhamî [email protected]