Dewletê kuşt kirin stuyê PKKê de,deng ji PKKê derneket!
Sala 2016ê li Dêrika Çiyayê Mazî hukumetê serokê şeredariyê ji kar dûr xist û dewsa wî de qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatih Safitürk,wek qayum hate tayin kirin. Piştî demekî bombeyek êxistin ofisa qeymeqam de û ew hate kuştin.
Berpirsên dewletê dan xûyakirin ku ev çalakî ji aliyê PKKê ve hatiye kirin û 71 kes binçav kirin . Ji van 71 kesî 15 kes girtin û birin girtîgehê. Herî dawî karmendê şeredariyê Şerif Mesutoğlu wek tawanbar dadgeh kirin û du cara cezayê hepsê yê heta hetayê danê. Ya balkêş deng ji PKKê jî derneket û negotin me ev çalakî nekiriye. Ji xwe bi sedan çalakî ji berê de ji aliyê dezgehên tarî yên dewletê ve dihatin kirin û digotin PKKê kiriye. PKKê jî ev yek ji bo xwe weke propagandeyekî bi kartinaîya.
Şerif Mesutoğlu carekî hewl da ku di dadgehê de xwe bişewitinê. Ji ber ku ew bê tawanbû . Malbata Muhamed Fatih Sariturk ev doz ji nêzik ve dişopanda. Baweriya wa ew bû ku, destê berpirsê asayişa Mêrdinê (Dêrik)di vî karî de heye. Lê tu îspat di destê wan de tunebû.
Niha Cardin malbata qeymeqam îdia dike ku kurê wan ji aliyê Walî û berpirsê asayîşa Mêrdînê (Dêrik)ve hatiye kuştin.
Birayê qeymeqam daxûyaniyek ragihand û dibêje: Birayê min bi fermana walîyê Mêrdînê Ali Mustfa Yaman ,bi destê berpirsê asayişa Dêrikê Mistefa Hakan Kutluay hatiye kuştin.