Babê Mîhvanî bû mîhvanê rewşenbîrên bajarê Zaxo
Îro li roja çarşemê li bexçeyê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya li Zaxo û bi amadebuna hejmareke hunermend û kesayetiyên deverê, êvareka rêzlênanê ji bo Babê Mîhvanî (Kurê Mihemed Arifê Cizîrî)hate saz kirin.
Dilêr Kamîran Berpirsê Nivîsîngeha Zaxo ya Sendîka Hunermendên Kurdistanê got: Ev êvara rêzlênanê bi hevkariya Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya li Zaxo û nivîsîngeha me ve, ji bo kesayetiyê deverê Babê Mîhvanî hatiye rêkxistin. Ji ber ku Babê Mîhvanî xwediyê ferhengeka dewlemende di warê hunerî da, hem di gel Mihemed Arif û Erdewan û Eyaz û stranên Kurdî serpêhatiyeke baş heye, lewra di vê êvarê da zêdetir behsa serpêhatiyên vî kesayetiyî hate kirin. Ji aliyê wî bi xwe ve û weku nivîsîngeha Zaxo jî bi hevkarî di gel Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî li Zaxo dê berdewam bîn ji bo van êvarên rewşenbîrî û hunerî û rêzlênanê di hemî warên hunerî û edebî da. Ji ber ku bi rêya van êvaran zêdetir kesayetiyên dewlemendên warê xwe da dikarin serpêhatî û ezmûn û karên xwe eşkere bikin û bibin cihê sûd û mifayê ji bo kesên amadebûyî.