Dosya

Hezkurd: Hûn çi difikirin? Em çi bikin?

Em wek Hereketa Zimanê Kurdî dûrî hemî partî, hizb û îdeolojiyan in. Li dijî hemû cureyên tundûtûjiyê, şer û pevçûnan in. Wek hereketek rewa, bi kadroyên nû û ji bo hişmendiya ziman bi rê dikevin. Ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, zimanê perwerdehiyê emê xebatan bikin. Her wiha ji bo navên gund û bajarên Kurdan yên ku hatine guhertin, îdarekirina wan navan emê tevbigerin.

Bi vê mebestê, em daxwaz ji raya giştî ya Kurd û dostên Kurdan dikin ku, her kesê ku dijî bişaftina li ser ziman û nirxên Kurdan in, bila pêşniyar û daxwazên xwe ji bo me eşkere bikin û bigihînin HezKurdê. Kesên temenê xwe zêde, bila bi tecrûbe û zanabûna xwe rêya me vekin. Herwiha em girîngiyek taybet didin ciwanên Kurd û fikr, daxwaz, pêşniyarên wan. Û daxwaza tevlêbûna ciwanan dikin.

Îro, înkarkirina Zimanê Kurdî û peyva “zimanê nedîyar” ku ji bo Zimanê Kurdî tê bikaranîn ji bo me hemûyan şermeke. Divê em li dijî vê helwesta ne yasayî û hiqûqî bisekinin.

Ji bo ku armanc û daxwazên HezKurdê pêk werin, hûn dixwazin di rêziknameya me de çi cîh bigre. Ji bo pêşniyaran, em dixwazin huqûqnasên Kurd jî li gel me bikevin têkiliyê alîkariyê.

Hûn di asta fermîyetê de, avakirinek çawa dixwazin, rêxistineke gişt ya çawa hûn dixwazin bibînin?

Li Tirkîyê, Kurdistan û qada navneteweyî de, hûn dixwazin xebat û projeyên çawa çêbibin? Ji bo daxwazên HezKurdê bibe daxwaza her Kurdekî, divê em bi giştî çawa tevbigerin wek Neteweya Kurd?

Em tika dikin ku, hemî endam, dildar û alîgirên HezKurdê li ser hemî hesabên xwe yên medya civakî de piştigiriya HezKurdê bikin û daxwazên HezKurdê parve bikin. Heta ji bo di medyaya Kurd da jî cih bigre alîkar, xwedî helwest bin ji kerema xwe.

Hûn dikarin pêşniyar û daxwazên xwe, li ser hemî platformen medyaya civakî, bi rêya hesabên me yên fermî bi me ra parve bikin.

Pêşnîyazên we, kurt bin jî emê hemûyan binirxînin, ji ber ku em girîngiyê didin hemî fikrên we yên giranbiha.

Bi rêz û hurmet 23.09.2020
Prz. Suphî OZGEN li ser navê HezKurdê.

Back to top button