Polîtîk

Bingeha leşkeriya Tacî armanca serekiya bidestxistina terorîstane

Hevpeymaniya Navdewletî: Li Bingeha Tacî bihayê 347 milyon dolar keresteyên serbazî lê heye

Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî Da’îş Bingeha Serbaziya Tacî ya li Iraqê radestî Hikumeta Iraqê kir û got: Li vê Bingehê bihayê 347 milyon dolar keresteyên serbazî lê heye.

Hevpeymaniya ku Amerîka Serokayetiya wê dike li peyamek da ragihand ji 23ê tebaxê ve Bingeha Serbaziya Tacî ya li Bakûrê Iraqê radestî Bexdayê kirine, hejmarek serbazên kêm têda maye, ew serbaz jî wê demê bingehê bi cîh dihêlin ku keresteyên serbazî bi tevahî bikevin destê Hikûmeta Iraqê.

Her wiha pîspor jî didin zanîn ku kengê Amerîka û Hêzên Hevpeymanan Bingehên Serbazî radestî Iraqê kiribin, piştî demeke kêm ew baregeh bi çekên xwe yên giran ve ketine destê terorîstan û ew çek li dijî Kurdan hatine bikaranîn. Bi cîh hiştina Amerîka zengeke metirsiyê ye li ser Başûrê Kurdistanê û egera wê yekê heye ku carekedin ev baregeh bikevin destê terorîstan ve.

Back to top button