Polîtîk

Mesrûr Barzanî: Xwepêşandan mafê welatiyane, şewitandina mulkê giştî tawane

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê xwepêşandanan de ragihand xwepêşandana aştiyane mafê welatiyane û şewitandina mulkê giştî diçê xaneya tawanan.

Roja yekşem Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê xwepêşandanên Helebçe û şewitandina avahiyên hikumî li wî bajarî ji aliyê xwepêşanderan ve peywendiyeke telefoniyê li gel Azad Tewfîq Parêzgerê wî bajarî da kir.

Mesrûr Barzanî li peywendiya telefoniyê da balkişand li ser wê yekê ku pêwîste rêkarên yasayî beramber wan kesan li ber bigrin ku mulk û malê giştî şewitandina û têkdane.

Li daxuyaniyê de balkişand li ser wê yekê ku Serokê Hikûmetê dilgiraniya xwe ya kûr beramber wan têkdan û êrîşkirina ser saziyên Hikûmî û mulk û malê giştî û niştimaniyan derbirî.

Back to top button