
Her çend ez li Swêdê me, lê min berdewam hewilda ye, hindî min pê çê bûye haya min ji nivîskarîya bi kurdî ya li welatî hebe. Min di seredanên xwe da û hindî bi dest min keftine, kitêb û nemaze romanên bi kurdîya kurmancî yên bi tîpên erebî li Dihokê kirîne û min gelek jê xwendine.
Ya rast carna li nik min tirsek çê dibe, neku kurdîya min qels bibe, neku ez ji cîhana nivîskarîya welatê xwe qut bibim, neku haya kurdên vî parçeyî ji berhemên wî parçeyê din nebe û neku û neku …
Lew min û di vî serdemê koronayê da biryar da ez wan hemî romanên bi kurdîya kurmancî, yên ku heta nuke li başûrê welatî belav bûne, dîsan bixwînim û bes naveroka wan bi kurtî ji kurdên latînîxwîn ra bidim nasandin. Herweha û li ser pêşniyaza çend kesan, ez her wan danasndinan bi tîpên erebî jî di blogga xwe da belav dikim. (Sidqî HirorÎ)
Ji bona ku bi awayekî berfirehtir bên weşndnin û zêdetri kurdên latînîxwîn mifay ji vê keda nivîskar û rojenamevan kak Sidqî Hirorî werbigirn, me îcaze ji Hirorî xwest ku em wan di malpera, rojevakurd.com da biweşînin, sipas ku wî daxwaza me qebûl kir.
Navê kitêbê: Kênca wijdanên jengî
Nivîskar: Êhsan Kemekî
Weşanxane: Çapxaneya Xanî li Dihokê
Sala weşanê: 2018
Hejmara rûpelan: 301
Kênca wijdanên jengî wek romaneka civakî û tam-siyasî serhatiya du nifşan, bab û kurî ya di demên Enfal, şerê navxwe û hêrişa Daişê da vedibêje û kurtîya wan bi vî rengî ye:
Kovan kurê Teterê Rustemî li gel jina xwe Jînê û her du zaroyên xwe Bêwar û Dilînê bi xweşî li gundê xwe li ser sinoran li başûrê Kurdistanê dijiyan. Lê tob û bombebarankirina tirkî ya berdewam bo dormandorê gundê wan weha kir ku piraniya gundiyan erdê xwe bihêlin û berê xwe bidin bajêrî û Kovan jî di wê hizra man û nemana li gundî da bû. Lê rojekê firokeyên tirkî geliyê nêzîkî gundî, yê ku bingehekê PKKê lê bû, bomberan dikin û Kovan li hawara wan diçe ji bo ku bizane ka rewşa wan çawa ye, lê ew bi xwe dikeve ber bombebarankirina duyê ya wê rojê ya firokeyan û bi dijwarî birîndar dibe û tê veguhastin bo nexweşxaneyekê li Dihokê.
Kovan bindîwar e û ew wek zêrevan li cem mam Qadirî, ku berpirsiyarekê siyasî û leşkerî ye, qeydkirî ye, lê li gundî dijiya û bi erd û pezî ve mijûl dibû. Piştî ji nexweşxaneyê derdikeve, ew mala xwe diîne Dihokê û pezê xwe jî difiroşe. Herweha jê tê xwestin ku vegere ser pêşmergetiyê û li sikrê Mûsilê di çeperên li hember Daişê da li cem muqedem Pîroyî dibe lênanvan. Ew li wê derê dibîne ku hemî bi lehîmkirinê ve, yanî telefonkirina yaran û sohbetên dildarîkirinê ve mijûl dibin û ew jî dikeve nav peywendiyeka ji wî rengî li gel keçeka ku hevalê wî Cegerî ew ji keçîniyê xistiye û ew jî wê dibîne û dildariyê pê ra dike.
Ceger telefona xwe diguhore û peywendiya xwe bi wê keçê ya nave wê Nêrgiz e qut dike. Êdî Nêrgiz ya ku ji Cegerî ducan bûye bela xwe ji Kovanî venake û dixwaze yan bi Cegerî yan bi wî ra bizewice. Lê spêdeyekê Ceger li ser destê daişiyan tê kuştin û êdî bes Kovan dimîne di destê Nêrgizê da û Kovan nizane dê çawa xwe ji nav lepên wê xilas bike. Êvarekê daişî êrişê dikin ser wan û hemî pêşmerge paşde vedigerin û ew û berpirsyarê çeperî Pîro li dawiyê di tirimbêlê da ne û dixwazin bi dû hevalên xwe bikevin, lê guleyek tê û Pîroyî, yê ku tirimbêl dihajot dikuje û tirimbêl bi wan ve werdigere. Ew xwe ji tirimbêlê derdixe û jê dûr dikeve berî ku daişî bihên ser tirimbêlê û agirî berbidinê.
Kovan naxwaze ji tirsa Nêrgizê û aşkerabûna peywendiya wan ya cinsî vegere mal û biryara revê dide. Lew berê xwe dide Zaxoyê da ji wê derê bi qeçaxî biçe Ewropayê. Qeçaxçiyek wî bi çend kesên din ra dibe Keşanê da ji wê derê wan derbasî aliyê dî yê sinoran bike û bigehîne Stembolê. Lê şervanên PKKê wî di rê da digirin û ew di nav wan da hevalekê xwe yê PKKyî dibîne û ew wî razî dike ku bibe PKK. Ji bextê wî yê reş ew hevalê wî ji bingehê wan bi karekî derdikeve û bi bomberankirina tirkî tê kuştin û yên PKKê gumana ajaniyê ji Kovanî dikin û wî digirin û lêkolînê li gel dikin û dixwazin bizanin ka ew çima hatiye wir û bo çi dixwaze biçe derve. Kovan nizane ka dê çi bi serê wî bihê û hewla revê dide, lê ew tê birîndar kirin û dîsan tê girtin. Rojekê ew şkefta Kovan tê de girtî ji aliyê firokeyên tirkî ve tê bombe baran kirin û şervan tên kuştin û Kovanê birîndar, yê ku kirim ketine birînên wî û êdî naxwaze bijî, xwe digehîne ser kelexê şervanekê kuştî û narincoka wî bi xwe ve dipeqîne.
Em her di vê romanê da çîroka babê wî Teterê Rustemî yê pêşmerge jî dixwînin; ka çawa di demê hêrişa Enfalan da bo ser devera wan û revîna xelkê gundên wê derê, ew mala xwe bi şofêrekî ra dişîne Dihokê û dixwaze xwe bigehîne hevalên xwe yên pêşmerge û biçe Îranê, lê çi rêya nabîne û xwe teslîm dike û diçe leşkeriya îraqî li Dîwaniyê û paşî û pey dostaniyeka wî li gel serhêzê xwe û jina wî tê veguhastin bo Feydiyê. Teter di demê şerê birakujiyê da li gel mam Qadirî û Pîroyî pêşmerge bû û di şerekî da tê kuştin û wî berî kuştina xwe serhatiya jiyana xwe nivîsî bû û ew wek pirtûk derkeftibû.
Ji bilî van û serhatiya Nêrgizê ya li gel Cegerî û Kovanî û paşî li gel Doxanî, di vê kitêbê da serhatiyên dî û rexneyên civakî û siyasî jî berçav dibin.
Ji rûpelê 171: “Ew di mawê du demjimêrên nûbedariyê da digel sê jinka axift. Piştî nûbedariyê jî çû di trombêla xwe da û her mobayla wî li ber guhî bû. Ta ez ji xew rabûym, bo berhevkirina têştê jî her di trombêla xwe da bû, mobayla wî li ber guhî bû. Bi roj jî, ger peywendiyek ji layê hevjîna wî ve bo bihêt, neşêt du xuleka digel biaxivît, peywendiyê bi rûyê wê da digirît”.
Jêder:Sidqîname
