Polîtîk

Beşikcî: Pêwîste Kurdên her çar perçeyê hewlên Serok Barzanî bilind binirxînin

Bîrmend û dostê doza Kurd li cîhanê Îsmaîl Beşikcî, li hevpeyvîneke taybetî ya li gel malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê da, behsa çendîn pirsên rojevê yên li ser asta herêmî û navdewletî da dike û dibêje: Ew guhertinên li cîhanê rû didin, zêdetir sûda wan ji bo Kurdan dibê, heman demê de got: Hewlên dîplomasiyên Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî yên li ser asta navxweyî û navçeyê da, bûne cihê balkêşiya tevahiya Kurdan û berdewambûna van hewlan jî gelek girînge”.

Îsmaîl Beşikcî di derbarê binpêkirina tixûbên Herêma Kurdistanê ji aliyê tirkiye ve û hebûna PKK li Herêma Kurdistanê da got: “Nabê Herêma Kurdistanê bibê qada şerê hêzên tirkiye û PKK û bi sedema hebûna PKK ve jî, tirkiye niha tixûbên wê binpêkiriye. Ji bo wê yekê jî eve şaşiyeke, nabê Iraq jî tenê şermezar bike, divê Iraq serweriya xwe biparêze. Ji ber ku tirkiye dixwaze tixûb dagîr bike û PKK jî dixwaze tirkiye bikşîne nav axa Herêma Kurdistanê”.

Beşikcî di derbarê maddeya 140 û ew navçeyên ku Pêşmerge li wan deveran nemane got: “Li wan navçeyên ku Pêşmerge lê nemane, rojane xelk tê îşkence kirin û dexl û danê welatiyan tê şewitandin û welatiyên Kurd jî ji aliyê Da’îş ve têne revandin û hêzên Iraqî jî nikarin Kurdan biparêzin. Ji bo wê yekê jî pêwîste Pêşmerge vegerê wan navçeyan”.

Îsmaîl Beşikcî, di derbarê nêrîna niha ya cîhanê beramber Herêma Kurdistanê dibêje: “Welatên cîhanê girîngiyê didin Herêma Kurdistanê, ew guhertinên li cîhanê jî rû didin, zêdetir sûda wan ji bo Kurdan dibê û hewlên dîplomasiyên Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî yên li ser asta navxweyî û navçeyê da, bûne cihê balkêşiya tevahiya Kurdan û berdewambûna van hewlan jî gelek girînge”.

Li dawiyê de Beşikcî dibêje: “Bi dest ve anîna mafên Kurdan li rêya dîplomasî û siyasî ve gelek girînge, Serok Mesûd Barzanî li vî warî de keseke bêwêneye û rola wî ya li vê proseyê da gelek girînge. Serok Barzanî li tevahiya Kurdistanê û ji aliyê welatên cîhanê ve jî serkirdeyekê girînge û cihê rêzê ye, ji bo wê yekê pêwîste Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê sûd ji helwest û nêrînên wî werbigrin û hewlên Serok Barzanî bilind binirxînin”.

Back to top button