Civak

Daristana çiyayê Gabarê dişewitînin

Li aliyê devera Basê û Findikê ve daristanên çiyayê Gabarê ji aliyê hêzên tirkiyê ve hatin şewitandin.

Agirê ku li daristanên çiyayê Gabarê yên sêgoşeya di navbera gundên Banê û Şehrika û Şêwê destpêkiriye her berdewam zêdetir berfireh dibe. Her çende gundiyên deverê dest bi temirandina agir kirine lê heta niha jî agir her berdewame.

Hêjayî gotinêye ku salane daristanên Bakûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên leşkeriyên tirkiyê ve bi hêceta hebûna PKK têne şewitandin.

Back to top button