Kurd piştî sed salan li ser peymana Sevr

Roja 10 ê tebaxa 2020 sed sal li ser peymannameya Sevr derbas dibe ku li navbera paşmaya Împaratoriya Osmanî û hevpeymanan de hatibû wajokirin ku li ser dûbare dabeşkirina navçeya Rojhilata Navîn bû. Li wê peymannameyê mafê çarenivîsê dane gelê Kurd ku ji wê demê ve û heta niha xebatê dike bi navê bi dest xistina wê mafê.
Bi vê helkeftê Beyan Samî Abdurahman Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka, Gina Lennox Hevseroka Lobiya Kurdî li Awustralya û Philip Kowalski Lêkolînerê ji Weqfa Berevaniya Demokrasiyê, beşdarî li semînerek dikin li rêya bîneran ve ku ji aliyê peymangeha Kurdî li Washingtonê tê saz kirin û ji aliyê Philip Kowalski ve tê birêvebirin û li roja dûşem 10 tebaxê demjimêr 11:00 dema Amerîka birêvediçe. Ji bo beşdarîkirinê serdana vê lînkê bikin.