Cîhan

Serweriya Suriye rejima Esad e

Li ser bûyera ku şirketek Amerîkayê ji bo petrolê girêbestek li gel rêveberiya xweser a li rojavayê Kurdistanê kirî, gelek nirxandin hatin kirin. Ji berî her welatekî Tirkiye li dij der ket gote ku , ev yek nayê qebûl kirin. Rejima Esad jî li dijê heman peymanê derket.

Lê ya balkêş daxûyaniya hevserokê KCKê Cemil Bayik bû. Bayik di bernameyek televizyona PKKê de dibêje ku, rejima Suriye meşruye û her girêbesta ku li Suriye pêkwerê divê bi îrada rejima Esad be. Bayik di gotara xwe de weha dibêje:

https://www.facebook.com/jan.dost.official/videos/1010797099358166/

Di medya civakî de gelek şirove hatin kirin, lê ji aliyê PKKê ve bêdengiyek hebû. Diviya ji berî her aliyekî ew dezgehê ku li gel Amerikayê girêbesta Petrolê pêkanî bersiva Bayik bidaya.

Lê ev yek nebû. Bayik û dewleta Tirk di vê derbarê de heman tiştê dibêje. Niha rastiyek derketiye holê. Mirov di derbarê PKKê de çi bêje feyde nake. Ji bo vê jî hinek kiryarên PKKê divê mirov vêca hewaleyê Raya Giştî ya Kurdistanê bike. Lê helwesta siyasetmedar, rewşenbîr, hûnermend û kesayeta li himber kiryarên PKKê gelekî girîng e.

Back to top button