Kultur

Helbest: Şîna Şêx Ebdulkerîm

ŞÎNA ŞÊX EBDULKERÎM

Îro ji derba zaliman 

Norşên bûye sêwî bizan

Qetil kirin wan hoviyan 

Seyda Ebdulkerîm, eman!

Hêzên tarî weke caran 

Dikujin Seyda w aliman

Bavê Îsa Şêxê Norşên 

Qetil kirin wan wehşiyan

Weylun ji bo tev zaliman

Xwînxwarê bindest û jaran

Bijî dojeh bo zaliman

Xwînrêjê bê kes û waran

Îro rabû li me ferman 

Sêwî hiştin Yumna ciwan

Muzeffer û Îsa Çevîk 

Dîyarî ne bo me hemyan

Hewar, zarî û sed fîxan 

Ji feqî û hem sofiyan

Ji dost û malbata Seyda 

îro geha ferşê Yezdan

Weyl bo hemî van taxûtan

Ew in xwînxwar ji bo jaran

Bijî dojeh bo wan hemyan

Rehmet li Şêx bibar heman

Dil şewitîm wekî caran 

Bo Seîd û hem Seyîdan

Bo Helebçe w Gelyê Zîlan

Şehîd kirin gula dîwan

Hêvî dikim ji Rebb, deman

Radan nebit hucre w dîwan

Hêvîdar im ji mala wan

Xizmet dom kin li medresan

Weyl bo hemî wan kafiran 

Xwînxwarê Seyda û feqan

Bijî dojeh bo kujeran

Rêbirrên Seyda w zaneyan

Barê giran li ser milan 

Yehya, Re’fet Sena ciwan

Hem Fethî û gel Sabiran 

Hem Xetîb û Emer biran

Helbest ji Nîzam bû kêşan 

Bo neviyên Hezret Seydan

Lewra dilim pir kul bûye 

Bo kuştina Şehîd bizan

Weyl bo hemî wan xayinan 

Xwînxwarê pepûk û jaran

Bijî dojeh bo kujeran

Xwînxwarê pepûk û jaran.

Hîzan  19/ 01/ 2020

Mele Nizamuddîn Yakışık

Back to top button