Polîtîk
Zêbarî: Operasyona tirkiye guherîneke jeosiyasiya cîddî ye

Hoşyar Zêbarî Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê dilgiraniya xwe beramber operasyona niha ya artêşa tirkiye ya li ser Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li tixûbê Zaxo derbirî.
Zêbarî li twittek da balkişandiye li ser wê yekê ku ew operasyona tirkiye li tixûbê Zaxo “guherîneke jeosiyasiya gelek cîddîye” û dibêje, zêdebûna êrîşê jî cihê dilgiraniyê ye.
Hoşyar Zêbarî tîşk dixe li ser gotina hejmarek ji berpirsên tirkiye ya di derbarê xwedî derketina wîlayeta Musil û eve jî cihê dilgiraniyê bi nav dike û dibêje “Daxwaz ji aliyê serkirdeyên tirkiye ve ji bo zîndîkirina xwedî derketina dîroka wîlayeta Musil cihê dilgiraniyeke zêdetire”.