Cîhan

Îran 7 ton barê qedexe veguhest Sûriye

Li hevpeyvînek de yek ji firokevanên hêla asmanî ya Mahan Air ku ser Îranê ye, eşkere dike ku li sala 2013 an de li geşteke asmaniya di navbera Îran û Sûriyê de, ku di demek da hilgirê 300 rêwiyan jî bûye li ser daxwaza artêşa Qudis 7 ton barê qedexe veguhestiye Sûriyê.

Ew firokevanê bi navê “Emîr Esedullahî” dibêje: Li geştê da Qasim Silêmanî bi cilubergê muhendîsê firokevaniyê li ber kiribû û dema ku li ser daxwaza Iraqê neçar bûyîn li Bexdayê firokeya xwe daxîn, me pereyek zêde bi bertîl da çavdêr û paşê wî jî pişkinîna wî barê qedexe nekir û paşê jî ku Amerîkî hatin ser ve ku mîhvanan bipişkînin ji ber ku Qasim Silêmanî hatibû kabîna firokevaniyê wan nezanî û ewan tenê temaşa rêwiyan kirin.

Her çende behsa naveroka wê barê qedexe nehatiye kirin lê, ew “7 ton barê qedexe” jî xûyaye ku çek û teqemeniyên Îran bûye ku ji bo Sûriye hatine veguhestin.

Back to top button