Civak

Mizgeftên Dihokê têne girtin

Jûra Operasyonên parêzgeha Dihokê ragihand, bi mebesta parastina canê welatiyan û tendirustiya giştî, li demjimêr (12)ê îşev heta roja 1ê temmuzê dergehên hemû mizgeftan têne girtin.

Li gor biryara jûra operasyonên parêzgeha Dihokê heta 1ê temmuzê dergehên mizgeftan bi girtî dimînin û mêja înê û mêja bi komel têda nayê bi cîh kirin.

Heman demî de li Hewlêrê jî bi heman awayî heta yekê temmuzê dergehê mizgeftan bi girtî dimînin.

Back to top button