Erdogan ji bo çi ji Kazimî ditirsê?

Malperek Ehwal ya tirkî li raporek da behsa ewe dike Receb Tayib Erdoganê serokê tirkiye ji wê yekê ditirsê Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê tixûbek ji bo şandina berhemên tirkî deyne û bi nêzîkbûnê Suudiye jî biçê bereya dijayetîkirina tirkiye.
Rapora ku bi serdêra “tirkiye yekem ceribandina Hikûmeta Kazimî” hatiye belav kirin, behsa dilgiraniya tirkiye dike beranber bi Hikûmeta nû ya Iraqê.Li destpêka raporê de behsa wan hewlan dike ku tirkiye di demên derbasbûyî de xwestiye helwesta Mistefa Kazimî Serokê nû yê Hikûmeta Iraqê di derbarê tirkiye bizanê.
Erdogan bi êrîşên artêşa tirkiye helwesta Kazimî diceribîne
Li raporê de behsa ewe dike ku Hakan Fîdan Serokê Hewalgiriya tirkiye bi nihênî serdana Iraqê kiriye û bi peywendiyên xwe yên kevin wekî derfet dîtiye xwestiye li gel Mistefa Kazimî bipeyve. Ji ber ku Mistefa Kazimî jî berê Serokê Hewalgiriya Iraqê bû û peywendî li gel hevtayê tirk ve hebû. Ehwal dibêje Iraq û tirkiye bi fermî behsa wê serdana Hakan Fîdan nekirine.
Ji bilî wê serdana Fîdan, raporê de behsa ewe dike her li gel destbikarbûna Kazimî, tirkiye hewldaye Kazimî li aliyê xwe ve rabikêşê. Ji bo wê yekê Erdogan raste rast li gel destbikarbûna Kazimî peywendiyê pêve kiriye û paşê jî berpirsên Wezareta Derveyê tirkiye û Fatîh Yildiz Balyozê tirkiye li Iraq serdana Kazimî kirine.
Rapor dibêje tirkiye çend armanceke rakêşana Kazimî li aliyê tirkiye ve heye, yekem şandina berhemên tirkî ji bo Iraqê berdewam bê ku salane digihe 20 milyar dolaran. Ji bilî wê jî tirkiye dixwaze li operasyonên dijî PKK berdewam bê, paşê jî xaleke dinê raporê balkişandiye li ser wê yekê ku ew jî serdana Mezlûm Ebdî Serokê Hêzên Sûriye Demokrat ya Iraqê ye. Rapor dibêje tirkiye bi wê yekê dilgirane ku aliyên Kurdî yên Sûriye nêzîkî hev dibin û Iraq jî peywendî li gel HSD de heye.
Rapor çendîn caran dûpat dike êrîşkirina ser PKK ya li çend rojên derbasbûyî de armanca serekî ya çekdarên PKK nebûye, belku ceribandina Hikûmeta nû ya Iraqê bûye. Bi taybetî ku ew hikûmet red kiriye mîsogeriya li berdewambûna peywendiyên aborî yên wekî berê berdewam bê. Her wiha bi fermî nerazîbûna xwe li ser êrîşa roja yekşema derbasbûyî ya tirkiye li ser baregehên PKK derbiriye.
tirkiye ji nêzîkbûna Suudiye û Iraqê dilgirane
Li çend salên derbasbûyî de tirkiye girîngiyeke mezin bi Iraqê daye, sedema serekî jî peywendiya aborî bûye, ji bilî wê jî çendîn caran kêşe li navbera Hikûmeta Iraq û tirkiyê de dirust bûye, bi taybetî li ser wan bendavên ku bi navê “Ilîsu” tirkiye li ser rûbara Dîcle dirust kiriye û li havîna 2018 avê li ser Iraqê girtiye û ziyaneke aborî ya mezin gihandiye Iraqê.
Lê belê ev li serdema hikûmetên berê bû, niha nayê zanîn helwesta hikûmeta nû li beranber tirkiye çi dibê ku li heft mehên derbasbûyî destbikar bûye, ji bilî wê jî ev hikûmet li diruşmên xwe de dûpat li ser serbixweyî ya Iraqê ji gengeşeyên derekî dike.
Erdogan ji bo çi ji Mistefa Kazimî ditirsê?
Eve pirsiyara rojnameya “Ehwal” ya tirkî ye û dû sedemên vê hene ku çavkaniya dilgiraniya tirkiye eşkere kiriye. Yekem pêwîste peywendiya raste rast ya tirkiye û Iraqê. Li raporê da dibêje tirkiye ji ewe ditirsê Iraq helwesteke yek alîker li beranber leşkerkêşiyên tirkiyê de hebê û bi taybetî eger ew helwest li warê peywendiya bazirganî de derbikevê. Ji ber ku tirkiye bazareke mezin ya berhemên xwe ji dest dide.
Sedemê din eweye Mistefa Kazimî li gel destbikarbûnê hewl dide nêzîkî Suudiye bibê, eve jî wateya wê eweye diçê bereya Suudiye û Misir ve ku ew jî li dijî berjewendiyên tirkiyê kar dikin. Bi vê yekê jî tirkiye neyareke din li Başûr ji bo xwe çêdike.