Pirtûka John Bolton û Kurdistan

John Bolton Şêwirmendê berê Asayîşa Neteweyî ya Amerîka ku biryare sêşema heftiya bê li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka belav bike, gelek nihêniyên girîng di derbarê siyaseta Donald Trump beranber pirsên girîngên cîhanê di dema Bolton şêwirmendê Asayîşa Niştimanî bû têda eşkere bike.

Pirtûka Bolton Koşka Spî hejandiye û çend meheke ji aliyê tîma Asayîşa Niştmanî ya Amerîka ve li ser daxwaza Koşka Spî belavkirina wê paş dixin. Pirtûka Bolton 577 rûpele medyaya Amerika jî behsa ewe dikin ku nabê tu demekê wê pirtûkê Trump bixwînê, ji ber tûşî serêşeyeke mezin dibê û rewşa wî bi tevahî têk diçê ku wan hemû nihênî û xeletiyên xwe têda bibînê ku Bolton bi belge ve belav dike. Medyayên Amerîka jî behsa ewe dikin ku Koşka Spî bi fermana Trump kar dikin piştî belavbûna pirtûkê jî qedexe bikin û rê nedin li bazar bimînê.

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Neteweyî ya Amerîka yek ji neyarên dijwar yên Îranê bû û piştevanê serekiyê serxwebûna Kurdistanê bû ku di dema referandumê çendîn car piştevaniya xwe aniye ziman. Ji ber nakokiyên xwe yên li ser siyaseta derveyê Amerîka çend heyv berê dest ji posta şêwirmendiya Asayîşa Neteweyî ya Amerîka vekêşa. Yek ji wan babetên hestiyarê ku li pirtûkê de behsa wê kiriye, dosyeya vekişana hêzên Amerîkaye ji Rojavayê Kurdistanê li sala cotmeha par vekişiyan ku li encama wê biryara Trump tirkiye û hevpeymanên wê êrîşeke berfireh li ser navçeyên Kurdistaniyên Rojavayê Kurdistanê encam dan û bi sedan hezar welatiyên Kurd koçberbûn û sedan kesên din jî şehîd û birîndar bûn.

Bolton li pirtûka xwe de behsa ewe kiriye, piştî şikesta Erdogan ya li radestkirina Fethullah Gulen bi Enqerê û hilgirtina sizayên li ser Halk Banka tirkiye ji aliyê Amerîka ve, ji bilî wê li gelek hevdîtinên li gel Trump wan dû babetan behs kiriye. Lê belê dawiyê de nekariye baweriyê bi Trump bîne ku dev ji Kurdan bernede û lê belê paşê jî êrîş li ser Kurdan hatiye kirin.

Eve jî eşkere kiriye ku li dawiya sala 2018 an ve Erdogan dest bi behskirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiriye û wan bi gef li ser asayîşa tirkiye bi nav kiriye û daxwaza piştevanî nekirina Amerîka li Kurdan kiriye û ew rika zêdeya beranber Kurdan hebû venedişard û dixwest cûdahiyê li nav wan de dirust bike.

Li pirtûkê de dibêje: Trump û Erdogan li 14.12.2018 bi telefonê guftûgo kirin û rewşa dawiya rêxistina terorîstiya Da’îş li Iraq û Suriyê guftûgo kirin û Trump li wê demê bi Erdogan re got ku Bolton radispêrê ku beyannameyek ji bo ragihandina dawiya rêxistina terorîstiya Da’îş amade bike û heman demê de li gel Erdogan rêkkeft ku hêzên Amerîka ji navçeyên Rojavayê Kurdistanê(Bakurê Sûriye) vekêşê û tirkiye wê paşmaya kêm ya terorîstên Da’îş ku maye rûbirûyê wan bibe û ew berpirsiyariyê digrê stûyê xwe.

Macron û zêdetirê şêwirmendan vekişana serbazên Amerîka red kirine û Erdogan Trump xelitand. Piştî wê peywendiya telefonî, Trump li gel Bolton guftûgo dike û daxwazê jê dike ji bo vekişana hêzên Amerîka ji Sûriye ku bi aramî kar bike û bêyî ku kêşeyên mezin dirust bibê. Ji ber ku Da’îş bi dawî hatiye, lê belê Bolton û şêwirmendên dinê Koşka Spî eve red dikin û bi eşkere ji Trump re dibêjin ku eve kareke şaşe û ne Da’îş dawî hatiye û ne jî navçe arame. Ewê Erdogan dibêje, ji bo berjewendiya taybetiya tirkiye û dagîrkirina navçeyên Bakurê Sûriye (Rojavayê Kurdistanê) û komkujîkirina Kurde.

Emanuel Macron Serokê Fransa bi wê biryara Trump dizanê û peywendiya telefoniyê li gel Trump saz dike û hişyariyeke zêde pê dide ku eve şaşiye û Da’îş bi tu awayekê dawî nehatiye û armanca Erdogan ji bûn û nebûna Da’îş pêknehatiye, belkû mebesta wî ye piştî vekişana hêzên Amerîka bi berfirehî êrîş bike ser Kurdan û wan ji nav bibe. Lê belê Trump axaftinên Macron û tevahiya şêwirmendên Koşka Spî piştguh dixe û dawiyê de biryara vekişana serbazên Amerîka dide ku eve jî hilkirina ronahiya kesk bû ji bo Enqere, da ku êrîşî pîr û zarok û xelkê sivîlê Kurd yên li navçeyên Bakurê Sûriye(Rojavayê Kurdistanê) bike.

Proseya derxistina biryara Trump demeke dirêj domkir û Macron û şêwirmend bandorê li ser bi cîh hiştibû, her eve jî wiha kir ku biryar paş bikevê. Eve jî ji ber nepiştrastiya Trump ya di derbarê çarenivîsa Kurdan ve bû. Lê belê Erdogan jî bi hurî agahdarî wê babetê bû, ji bo wê yekê li rêya Mike Pence Cîgirê Trump ve peyameke pêşkêşî Serokê Amerîka kir û têda dûpat li wê yekê kir ku ew hez ji Kurdan dike û peywendiyeke baş ya tirkiye li navbera Kurd û tirkan de heye û proseya aştî û demokrasî berdewamiya xwe heye, piştî wê peyamê êdî Trump bi Erdogan bawer dike û biryarê îmza dike. Bi vî awayî derî bi rûyê artêşa tirkiye û grubên ser bi wê re vebû ku bi tundî êrîşeke dirindeyiyane li Kurdên Efrînê û paşê jî navçeyên Rojhilatê rûbarê Firatê bikin. Piştî dîtina encaman Trump bi xwe jî poşman bû û zanî ku Erdogan wî şaşkiriye û niha jî rewş bûye emrî waqî’î û poşmanbûn jî êdî kar nake.

Nerîna min :