Cîhan

Li Şamê du teqînên bi hêz çêbûn

Îro sibehî li paytextê Suriye Şamê du teqînên bi hêz çêbûn. Vê sibehê demjimêr 08.00-ê sibehî du teqînên çêbûn û gelek kuştî û birîndar hene. Di derbarê kuştî û birîndaran de agahdariyên cuda hene.

Di teqînê de 29 kesan jiyana xwe ji dest daye û103 kes jî birîndarin. Lê ji berî demekî hate ragihandin ku hêjmara kuştiyan zêdeyî 40 kesiye û 170 jî birîndar hene.

Berpirsê çavderên YN generalê Norvecî Robert Mood, Robert Mood jî serdan cihên ku teqîn lê bûyî kir.Televizyona Suriye dîmenên cesedên xelkê ku bûyîn qurbaniya teqînê nîşandan.

Back to top button