Polîtîk

Emê tedbîrên yasayî li dijî kesên xirabiyan dikin bistînin

Serokwezîrê  Kurdistanê ragihand, hikûmet hemû tedbîrên yasayî li hember her kes û aliyekî ku destê wan di derxistina alozî û êrişan de hebû, distîne û divê cezayê xwe yê yasayî wergirin.
Doh êvarî civata wezîran di serokatiya serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de kom bû. Di kombûna encûmenê wezîran de rewşa tenduristî û perwerde û çend babetên din hatin gotubêj kirin û çend biryarên girîng jî hatin standin.

Di derbarê bûyerên ku roja sêşemê li Hewlêrê derketin û di wan de xwenîşanderan hewl dan êrişî parlamentoya Kurdistanê û çend cihên giştî û taybet bikin, serokê hikûmeta  Kurdistanê ragihand ku hikûmet hemû tedbîrên yasayî li hember her kes û aliyekî ku destê wan di derxistina alozî û êrişan de heye distîne û divê cezayê xwe yê yasayî wergirin.

Civata wezîrên  Kurdistanê rewşa tenduristî, pirsgirêk û kêmasiyên heyîn, bi berfirehî gotubêj kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji hemû wezaretan daxwaz kir ku desthilatên zêdetir bidin parêzgehan, herwiha daxwaz kir ku hemahengiyeke zêdetir di navbera wezaretan û parlamentoyê de hebe û girîngiyeke mezin bi hevkarî û hemahengiya di navbera hikûmet û parlamentoyê de hebe.

Back to top button