Pênç rojin daristanên Kurdistanê û çiyayê Zagrosê dişewitînin
Daristanên çiyayê Zagros yên li parêzgeha Kohgîluye û Boyrehmedî ya Rojhilatê Kurdistanê eve pênç rojin dişewitin piştî pênç rojan û şewitandina zêdetirê 300 hektar daristanê agir hate temirandin.
Elî Xudanpaye Qaymeqamê Geçsaran ji cihê agirpêketinê ragihandiye û dibêje egera wê yekê heye ev agirpêketin bi enqest bûbê. Li gor gotina Elî Xudanpaye, hê jî rêjeya ziyanên wê agirpêketinê bi hurî nehatiye zanîn.
Ew agir li roja înê ve destpêkiriye û herî kêm 150 kes li temirandina wê şewat û agirê da beşdariyê kirine.
Tenê îsal pêncemîn care daristanên Geçsaran agir digrin. Berpirsên xwecihî dibêjin, li van rûdanan da gelek darên berû ji navçûne ku temenê wan zêdetirê 100 salan bûye.
Şewata daristanên Kurdistanê salane metirsiyên cîddî li ser daristanên Zagrosê peyda dikin, bi taybetî bi dawî hatina demsala biharê û hişkbûna giyayan ew metirsî çendîn car zêdetir jî dibe.
Li vê hefteyê da çendîn şewatên din li daristanên Zagrosê rûdane. Daristanên navçeya Siyapîrî ya ser bi bajarê Bedre ya li parêzgeha Îlama Rojhilatê Kurdistanê piştî sê rojan hate temirandin. Her wiha li navçeya Lelarî ya ser bi Bedre şewatên din rûdane.
Sedemên şewatê cûr bi cûrin, hinek car xelkek bi mebesta berjewendiyên xwe yên taybet bi enqest dest bi şewitandinê dikin, hinek car jî ji ber kêmasiya cotkar, şivan û seyranvanan dibe sedema şewatê.
Jîngeh parêzên Rojhilatê Kurdistanê gelek caran hêzên serbazî yên Îranê bi wê yekê tometbar dikin ku ew jî bi enqest daristanên Kurdistanê dişewitînin.
Li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir rêxistinên jîngeh parêziyê hewla parastina daristanên Kurdistanê dane, lê belê ew jî dibêjin, ji bo kontrola şewatê pêdiviya kelupelên pêwîst nîne.