
Ev fîlm çîroka Pêşmergeyekê birîndare ku piştî şer li gel civak û sîstema bilind dikeve nava kêşeyan. Lehengê Deverên pîs nûneriya wan hemû kesan dike ku piştî şer tûşî rewşên balkêş dibin. Çîroka vî lehengî ku piştî şer êdî ne civak û ne desthilat girîngiyê nadinê û ew bi xwe jî nikarin peywendiyê li gel civakê dirust bikin. Deverên Pîs çîroka şere, lê belê dijî şere, behsa mirinê dike, lê dijî mirinê ye.
Hewldana bi navê mayînê û berevaniya têgeha serekiya fîlma Deverên Pîs, lehengê vê fîlmê wekî hemû Pêşmergeyên din bi wateya xwe ya cewherî Pêşmergeye, dixwaze dijî desthilata dagîrkeriya nû sar bibê û berxwedanê bike.
Ev fîlm bi uze û enerjiyeke Kurdî û li Silêmanî û Germiyan hatiye dirustkirin û ji aliyê kompanya Margo Sînemaya Fransî ku bi awayeke prodîser beşdarî kiriye û ji bo festîvala Cannes hatiye amadekirin û li paşerojeke nêzîk da li sînemayên Kurdistanê tê pêşkêş kirin.